Dema binçavkirinê ya rojnamevanan dîsa hate dirêjkirin

Dema binçavkirinê ya 9 rojnamevanên hatine binçavkirin, dîsa hate dirêjkirin.

DEMA BINÇAVKIRINÊ YA 9 ROJNAMEVANAN HATE DIRÊJKIRIN

Di serdegirtinên malan ên duh li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnamevan Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Dema binçavmayînê ya 9 rojnamevanên binçavkirî hate dirêjkirin. Malbatên rojnamevanên hatin binçavkirin li emniyetê geriyan û jê re hate gotin ku dema binçavmayîna wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.

Her wiha di girteknameya rojnamevanên binçavkirî de tê fêmkirin ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine binçavkirin. Di girteknameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên rojnameyan îdiaya “têkiliya bi rêxistinê re” hatiye kirin. Her wiha di girteknameyê de cih dan daxuyaniya Yekitiya Ronakbiriya Demokratîk (YRD) a têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd û hat îdiakirin ku rê nîşanî rojnamevanan daye.