DEM Partiyê banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan a 109 salan beriya niha bi bîr anî û banga rûbirûbûna qirkirinê li dewleta Tirk kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê bi boneya salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman: ‘’Rûbirûbûna rastiyên dîrokî, lêborînxwestina ji gel û baweriyên mexdûr û serîlêdana  rêyên edaletê hem ji aliyê fêmkirina hev û dîrokê û hem jî ji aliyê kewandina birînên dîrokî û avakirina pêşerojeke hevpar ve pêngavên gelekî girîng in.’’

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Ev yek di heman demê de tê wateya pêşxistina hestên wijdan û edaletê yên di nava civakekê de. Her wiha rêya parvekirina êşan û avakirina pêşerojeke wekhev û demokratîk e. 

109 sal di ser Karesata Mezin (Metz Yegern) re derbas bûn ku  di 24’ê Nîsana 1915’an de zêdetirî 200 rewşenbîrên Ermenî ji malên xwe hatin derxistin û ber bi mirinê ve hatin şandin. Vê pêvajoyê bi sirgûnkirin û kuştina bi sed hezar Ermeniyan  dewam kir. 

Rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, ji bo avakirina pêşerojeke hevpar, wekhev û aştiya civakî  pêngavên pir girîng in.

Mixabin ku di roja me ya îroyîn de ji aliyê gelek civak û derdorên siyasî ve jî rastiya ku tu nasname, ziman, çand û baweriyên cuda yên li erdnigariya me ne ji hev bi qîmettir in, nayê dîtîn û qebûlkirin. Zîhniyeta yekparêziyê hê jî rûyê xwe yê qirêj nîşanî me dide. 

Pêkvejiyana wekhev û aştiyane ya bi gelê Ermenî re ku yek ji dêrîntirîn gelên vê xak û erdnîgariyê ne, gelekî girîng e.

Em weke DEM Partiyê bi van hest û ramanan xwe yên jidil careke din kesên ku di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bi xemgînî û bi rêzdarî bi bîr tînin.’’