Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte dan

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiya hefteya 591. de dayikan biryara Rewşa Awarte şermezar kirin.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bine çavan de hatin windakirin bipirsin û daxwaza darizandina kiryarên wan bikin, di hefteya 591. de careke din li ber Lîseya Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Kiryar diyar in, winda li ku derê ne" hat vekirin û wêneyên kesên windakirî û yê Rêveberê DBP'a Şirnexê Hûrşît Kulter ê 58 roj in ti agahî jê nayên girtin, hatinhilgirtin. Her wiha Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û malbata Berkîn Elvan jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de ewil Mûzaffer Yedîgol; birayê Nûrettîn Yedîgol ê ku piştî derbeya 12'ê Îlonê li Stenbolê hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat kuştin û her wiha pişt re cenazeyê wî hat windakirin, axivî. 

Yedîgol diyar kir, herî zêde ew bi serdemên darbeyan dizanin û ragihand, di 12'ê Îlonê de gelek kes ji wan hatine windakirin û û 12'ê Îlonê bandoreke kûr li wan kiriye. Yedîgol da zanîn, ku ew li dijî her cure darbeyan e û got, "Hûn çawa darbekarên 15'ê Tîrmehê mehkeme dikin, divê hûn yên 12'ê Îlonê mehkeme bikin. We li odeya nexweşxaneyê Kenan Evrenî darizand, lê mêrik henekê xwe bi me dikir." 

Piştî Yedîgol, Mîkaîl Kirbayir, birayê Cemîl Kirbayir ê ku di 9'ê Cotmeha 1980'an de di bin çavan de hat windakirin axivî. Kirbayir diyar kir ku feraseta 12'ê Îlonê hîn jî didome û wiha got, "Herî baş Dayika Berfo ya ku 30 salan bi hêviya ku wê kurê wê were derî neqefiland, bi darbeyê dizane." Farûk Eren, birayê Hayrettîn Eren ê ku di sala 1980'yî de di bin çavan de hat windakirin jî diyar kir ku ew li dijî darbeyê ne û dest nîşan kir ku bes darbe bi demokrasiyê re dikare ji holê rabe.

CANAN: EM DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ DIXWAZIN 

Piştî Kirbayir Tayyîp Canan, kurê Abdûllah Canan ê ku 16 sal berê li Gevera Colemêrgê hat windakirin axivî. Canan diyar kir ku li bajarên Kurdan gund tên şewitand û rûxandin û bi vê re bîranînên wan jî hatine windakirin û wiha got, "Bavê min pênûsek da min. Got bila pênûsa te çeka te be. Lê belê pênûsên me jî şikandin. Em hem li dijî Rewşa Awarte ne, hem jî li dijî darbeyê ne. Em demokrasî û aşitiyê dixwazin." 

JI BO HER KESÎ MAFÊN MIROVAN

Vê heftê jî daxuyaniya çapemeniyê Parêzer Gulseren Yolerî xwend. Yolerî ya ku got "Li her derî ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin" wiha axivî, "Hikûmeta ku her dixwaze şert û mercên darbeya ku hatiye astengkirin bide der, Rewşa Awarte îlan kir. Piştre agahî da Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û da xuyakirin, wan Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê pasîfîze kirine. Li dijî hewldana darbeyê ji dêvla nirxên gerdûnî yên demokrasiyê, rêbazên li dijî maf û azadiyê yên êrîşkar ku darbekar serî li wan didin hilbijartin." 

'BILA JI KESÊN KU ÛÇAR WINDA KIRIN HESAB BÊ BIRSÎN' 

Yolerî dest nîşan kir ku ji bo ku îro li her derî ronahî xwe bide der ji dêvla binpêkirin û pasîfîzekirina maf û azadiyan, divê civak li dor huqûq û demokrasiyê bibe xelek û balê kişand ser çîroka Alî Ûçar ê ku di sala 1997'an di bin çavan de hat windakirin. 

Yolerî got, "Bila bêcezatiya 19 salan a di dosyeya Ûçar de bi dawî bibe û divê hesab ji kesên ku Ûçar windakirin bê pirsîn." 

Herî dawî Yolerî wiha got, "Em ne darbeyê, demokrasiyê dixwazin; em ne Rewşa Awarte, aştiyê dixwazin. Li her derê ji bo her kesî em daxwaza mafên mirovan dikin."