Danûstandinên HDP'ê yên li Afrîka Başûr

Heyetek ji HDP'ê, li Afrîka Başûr bi gelek sazî û rayedaran re hevdîtin kir. Heyeta HDP'ê di hevdîtinan de da xuyakirin, ku ew dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji tecrûbeyên Afrîka Başûr sûdê werbigirin.

Heyeta HDP'ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Osman Baydemîr û Bedîa Ozgokçe Ertan pêk tê, di navbera 22-26'ê Tebaxê de li bajarê Cape Town ê Afrîka Başûr hevdîtin kir.

Di roja destpêkê ya ziyaretê de heyetê bi Alîkara Wezîrê Karên Derve Nomanîdiya Mfekeyo re civînek lidar xist. Di vê civînê de parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela Essa Mossa jî amade bû.

Di hevdîtinê de rewşa Kurdan, rewşa heyî ya Tirkiyeyê, pêkanînên antî demokratîk, komkujiyên li Kurdan tên kirin û zext û cihêkariya li HDP'ê tên kirin hatin nirxandin.

Heyeta HDP'ê bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi ANC'ê re da zanîn, ku ji bo ew karibin careke din li hevdîtinên ji bo aştiyê vegerin, dixwazin sûdê ji tecrûbeya Afrîka Başûr werbigirin û bi hev re bixebitin.

Heyetê bi Seroka Têkiliyên Navneteweyî ya Parlamenta Afrîka Başûr a ji ANC'ê Edna Molewa û parlamenter Ebrahîm Ebrahîm re rûnişt. Di her du hevdîtinan de heyetê li ser rewşa giştî ya Kurdên li Tirkiyeyê agahî da û destnîşan kir, ku pirsgirêka Kurd ancax bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.

Hat ragihandin, ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de ew dixwazin ji tecrûbeyên Afrîka Başûr sûdê werbigirin û di pêvajoya muzakereyê de Afrîka Başûr bi rola heyeta çavdêr a serbixwe rabe.

Heyetê her wiha bi Alîkarê Serok û Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind, her wiha bi komîteya têkiliyên derve û koma xebatê ya Meclîsê ya ANC'ê re civîn lidar xist.

...