Cezayê girtîgeh û pere li rojnamevan Yalçin hate birîn

Ji bo rojnamevan Hakan Yalçin salek cezayê girtîgehê û 17 hezar lîra cezayê pere hate birîn.

Dema nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê dihate ragirtin, bi hinceta zirar daye têlên fens ên hucreyê bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” derbarê wî de doz hatibû vekirin.  

Di rûniştina duyemîn a Yalçin ku li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeyê Enqereyê ya Rojava hate lidarxistin de salek cezayê girtîgehê û 17 hezar lîre cezayê pere li Yalçin hate birîn. 

Parêzerê Yalçin, Omer Farûk Yazmaci, diyar kir ku têkildarî cezayê hatiye dayîn dê îtîrazî dadgeha îstînafê bike.