Berdana girtî Rozerîn Kalkan hate taloqkirin

Berdana Rozerîn Kalkan a li Şakranê tê ragirtin, ji bo 11 mehan hate taloqkirin.

BERDANA GIRTÎ HATE TALOQKIRIN

Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana Rozerîn Kalkan ku di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê ragirtin 11 mehan taloq kir. Kalkan di 11’ê tebaxa 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, diviya duh bihata berdan. Hat zanîn ku berdana Kalkanê hatiye taloqkirin.

Kalkan malbata xwe bi riya telefonê geriya û anî ziman ku berdana wê 11 mehan hatiye taloqkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo hevdîtinê bang li Kalkanê kiribû û Kalkanê vê yekê red kiribû. Kalkan diyar kir ku infaza wê bi hincetên “Di qawişên alîgir de dimîne” û “Di nava rêxistinê de çalak e” hatiye astenkirin. Kalkan da zanîn ku ew ê îtîrazê li biryarê bike.

Dayik Şerîfe Kalkan serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê daye anî ziman ku lijne berî 2 hefteyan xwestiye ku pê re hevdînê bike lê keça wê vê yekê red kiriye. Kalkan da zanîn ku ji ber biryar ji wan re nehatiye ragihandin parêzer ji bo karûbarên berdanê çûne girtîgehê û wiha axivî: “Hêj ku parêzer di rê de bûn Rozerîn bi telefonê geriya û got cezayê wê 11 mehan hatiye dirêjkirin. Rozerîn cezayê xwe qedand. Dirêjkina 11 mehan nayê qebûlkirin. Mirovekî ku di nava çar dîwaran de maye ma dê çi bike? Sepanên keyfî dimeşînin. Em serê sibê rabûn, keyfxweş bûn ku dê were. Em li bendê bûn ku parêzer dê xeberên baş ji me re bîne lê belê çênebû. Em vê yekê qebûl nakin. Tiştekî ku poşman bibin nekirin ku rabin bêjin em poşman bûne.”