Înîsiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran febrîqe û wesayît dan ber agir
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li 4 bajaran febrîqe, depo û wesayît dane ber agir.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li 4 bajaran febrîqe, depo û wesayît dane ber agir.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir wan “Ji Konya heta Manîsayê, ji Mêrsîn heta Îzmîrê” gelek bûyerên şewatê pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê;
22’yê Nîsanê tabelayên li ser rêya Îzmîr-Aydin hatin boyaxkirin. Li Karataya Konyayê febrîqeyeke hilberandina text-daran hate şewitandin
21’ê Nîsanê li Salihliya Manîsayê depoyeke ku 160 ton kozalaka berhemê îxracatê lê hebû, hate şewitandin; Li Mezîtliya Mêrsînê wesayîteke li ber sanayiyê hate şewitandin.
16’ê Nîsanê li Akdenîza Mêrsînê atolyeyeke marangoz û transît hate şewitandin.