YPG: Êrîş hat şikandin, çeteyek hat kuştin

YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşeke xwekujî ya li herêma Eyn Îsa hatiye şikandin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin. YPG'ê piştî vê êrîşê, dest bi operasyonê kir.

YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşeke xwekujî ya li herêma Eyn Îsa hatiye şikandin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin. YPG'ê piştî vê êrîşê, dest bi operasyonê kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"12’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê ser bi Kantona Kobanê hewl dan êrîşekê pêk bînin. Êrîşa xwekujî ya li hemberî gundê Bîr Îsa, bi destwerdana hêzên me hat şikandin. Yek ji van çeteyan ku dixwestin bikevin qadên me û êrîşê lidar bixin hat kuştin, çeteyên din jî neçar man ji qadê birevin.

Hêzên me yên ku piştî vê êrîşê li qadê operasyon dan destpêkirin, mayînên ku çeteyan li ser rê bi cih kiribûn bêbandor kirin.

Nîvê şevê hêzên me li heman herêmê li hemberî çeteyan operasyonek din lidar xistin. Di operasyonê de şerêkî dem kurt qewimî, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."