Kurdan careke din ji Erdogan re gotin 'Na'

Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de ku bi binpêkirina pîvanên hilbijartinê derbas bû, li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind Tayyîp Erdogan bû serokkomar.

22:54

Kurdan dîsa ji Erdogan re gotin ‘Na’

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di pirsgirêka Kurd de bi polîtîkayên înkarê konsepta şer kûrtir kir, di hilbijartinên tûra duyemîn a Serokkomariyê ya 28’ê Gulanê de careke din li Kurdistanê dengan winda kir û namzetê Serokkomariyê yê Tîfaqa Mîllet Kemal Kiliçdaroglû deng zêde wergirt.

ISRARA ŞER DENG DA WINDAKIRIN

Li Şirnex û Colemêrgê yên li ser sînorê herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ku konsepta şer a sala 2015’an de xistibû meriyetê, winda kir. Di dengên Erdogan de zêdebûn çênebûn, Kiliçdaroglû li Şirnexê sedî 76,30, li Colemêrgê jî sedî 72 deng wergirt.

KURDISTAN JI GUHERTINÊ RE GOT ‘ERÊ’

Li Amedê ku bûye navenda polîtîkayên zexta desthilata AKP’ê; Erdogan sedî 23,37 deng wergirt, Kiliçdaroglû jî sedî 71,61 wergirt.

Li Mêrdînê jî sedî 34 dengên ku Erdogan di hilbijartinên 2018’an de wergirtibû, neguherî. Li Êlîhê rêjeya dengên Erdogan di sedî 32 de man. Kiliçdaroglû jî li Mêrdînê sedî 65,22, li Êlîhê  sedî 67, 90 deng wergirt.

Li Dersimê ku konsepta şer a AKP û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê hene, Erdogan ku di hilbijartinên 2018’an de sedî 18,00 deng wergirtîbû, di hilbijartinên 28’ê Gulanê de sedî 17,19 deng swergirt.

Li Erdexanê sedî 57,68, Qersê sedî 56,40, Îdir sedî 66,78, Agirî sedî 65,34, Mûş sedî 58,33, Wan sedî 61,50, Bêdlîs sedî 50,21 û Sêrtê sedî

22:03

YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir

Serokê YSK'ê Ahmet Yener têkildarî encamên hilbijartinê de daxuyanî da. Yener daxuyand ku heya niha ji sedî 99.43'yê sindoqan hatiye vekirin û got: "Li gor encamên heyî Tayyîp Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.86'ê deng wergirtiye."

Yener, li gor encamên heyî Erdogan wekî serokkomar îlan kir.

21:58

HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin têkildarî tûra 2'yan a hilbijartina serokkomariyê daxuyanî dan. Akin di daxuyaniyê de axivî.

Akin destnîşan kir ku li hemberî zextên rejîma yekzilamî, bi pêvajoyeke hilbijartinê ya ne wekhev û adil re rû bi rû mane. Akin anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anîne û bal kişand ser manîpulasyonên hatine kirin û got: "Ev jî bi awayekî eşkere nîşan dan ku ev hilbijartin bi awayekî adil nehatine kirin."

Akin di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku wan ji roja roj de gotiye di vê hilbijartinê de ya sereke guherandina rejîmê ye û wan ev yek parastiye. Akin got: "Me bi vê stratejiya xwe û têkoşîna xwe ya di vî warî de,di tûra ewil de Erdogan sekinandin. Me di tûra 2'yan d ejî heman stratejî domand û me ev bi armanca guherandina rejîmê domand. Daneyên sindoqan jî nîaşn didin ku hilbijêrên me bi awayekî birbiyar xwedî li polîtîka û armancên partiya me derketine û di vî warî de vîna xwe bi awayekî xurt daye der. Li 16 bajarên ku herî zêde kurd lê dijîn, tercîha rayavêtinê ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû, wekî 14'ê Gulanê dewam kiriye. Gelê me tevî hemû zext û çewisandinan jî paş d egav neavêtiye."

Akin malavayiya gelê Kurd û hilbijêrên xwe kir, ji ber ku di guherîn û demokrasiyê de israr kirine.

Akin di dawiya axaftina xwe de got: "Em li vir in. Em ê hem li meclîsê hem jî li hemû qadên jiyanê, ji bo guherînê, pêşengiya têkoşîna demokratîk bidomînin. Em ê siyaseta demokratîk bidomînin û mezin bikin. Em ê dest ji vê rêyê bernedin. Em ê tevî civakê bitêkoşin û em ê bi hev re bi ser bikevin."

21:30

Kiliçdaroglû: Em bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane

Serokê Giştî yê CHP'ê û Namzetê Tiaqa Miletê yê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû, têkildarî encamên tûra 2'yan ên hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da.

Kiliçdaroglû di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane.

Kiliçdaroglû di berdewama daxuyaniyê de bilêv kir ku lê di vê hilbijartinê de careke din derketiye holê ku gel xwestiye rejîma otorîter bê guherandin û got: "Ez dixwazim 25 milyon welatiyên me yên ku raya xwe dan min serbilidn bin. Meşa me didome, em li vir in."

20:29

Li Efrînê zarokek bi guleyên çeteyan hat qetilkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêşketina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de li ser namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu, gule li hewayê avêtin.

Di encama guleteqandinê de, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Guleyên bê ser û ber tên teqandin li ser banên malan û konên li bajêr dikevin û di nava xelkê de tirs çêkiriye.

19:58

Li Girtîgeha Amedê tenê 32 deng ji Erdogan re derket

Li Girtîgeha Hejmara 1 û Girtîgeha Hejmara 2'yan a Amedê û Girtîgeha Tîpa T'yê hejmartina dengan bi dawî bû. Li 3 girtîgehan 517 girtiyan deng hatin bikaranîn.

471 girtiyî dengê xwe dan Namzetê Tifaqa MIletê Kemal Kiliçdaroglû û 32 kesan jî deng da Namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan.

14 ray jî hatin betalkirin.

19:25

YSK’ê daneyên dawî eşkere kir: Heta niha sedî 75,42 sindoq hatin vekirin

Serokê YSK’ê Ahmet Yener ragihand ku rêjeya giştî ya sindoqên li Tirkiye û derveyî welêt hatin vekirin sedî 75,42’ê.

Serokê YSK’ê Ahmet Yener derbarê encamên hilbijartinê de daneyên nû parve kir. Daneyên ku ji aliyê Yener ve hatin eşkerekirin wiha ne:

Rêjeya sindoqên welêt ên hatin vekirin: 76,41

Rêjeya sindoqên li derveyî welêt ên hatin vekirin: 75,42

Li welêt

* Tayyîp Erdogan: 53,54

* Kemal Kiliçdaroglû: 46,65

Li derveyî welêt

* Tayyîp Erdogan: 60,75

* Kemal Kiliçdaroglû: 39,25

Bi giştî

* Tayyîp Erdogan: 53,41

* Kemal Kiliçdaroglû: 46,59

18:29

YSK: Heta bi niha ji sedî 54.60’ê dengan hatine hejmartin

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijaratinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku heta bi niha ji sedî 54.60’ê dengan hatin hejmartin. Yener da zanîn ku li gorî sindoqên hatine vekirin namzetê Tifaqa Cumhur Erdogan ji sedî 54,47, namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû 45,53 ye.

18:28

Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt

Li gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilebanê ya Şirnexê ve di sindoqa jimara 1076’an de Kemal Kiliçdaroglû 254 deng, Erdogan 39 deng girt. Di sindoq jimara 1077’an de Kiliçdaroglû 225 deng û Erdogan jî 51 deng girt.

Kiliçdaroglû bi giştî 479 deng girtiye û Erdogan jî bi giştî 90 deng girtiye. Hat diyarkirin ku leşker û cerdevanan li Roboskiyê deng dane Erdogan.

18:18

Berdevkê CHP’ê Oztark: Erdogan provekasyonê dike

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) û cigirê Serokê Giştî yê partiyê Faîk Oztrak, piştî eşkerekirina encamên ewil li Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Oztar anî ziman ku Erdogan dîsa provekasyonê dike.

18:01

YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me

YSK’ê diyar kir ku heta niha ji sedî 25’ê daneyan ji wan re hatine şandin. 

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijaratinê (YSK) Ahmet Yener dema hejmartina dengan didome de daxuyanî da. Yener, ev agahî parve kirin: “Ji lijneyên me yên navçe û bajaran heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me. Ricaya me ew e ku heta encamên demkî yên YSK’ê tên parvekirin, raya giştî xwe li benda encaman bigirin. Di şandina daneyan de tu pirsgirêk nînin.” 

17:46

Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!

Piştî ku dengdayîn bi dawî bûy, sindoq hatin girtin. Bi girtina sindoqan re hejmartina dengan dest pê kir. Li gundê Sîsê yê Lice ya Amedê ku tu carî operasyonên leşkerî lê kêm nabin, deng hatin hejmartin. Li gundê Sîsê tenê yek deng jî ji bo namzetê serokkomariyê Tayyîp Erdogan derneket.

Gundê Sîsê ku piştî qedexeya derketina derve ya sala 2015’an û bi operasyonan her tim di rojevê de, herî dawî jî goristana wê hatibû bombebarankirin. Li gund 74 hilbijêr hene û di sindoqa hejmar 1076’an de dengê xwe dan. Tevahiya dengên derbasdar, namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wergirt.

17:40

Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê deng dayîn bi temam bûn. Namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû 181 deng, namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan 27 deng wergirt.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî Kemal Kiliçdaroglû 287 deng, Tayîp Erdogan 32 deng wergirt.

17:15

Qedexeya weşanê hat rakirin

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahemt Yener daxuyanî da û diyar kir ku qedexe saet ji 18.15’an şûn ve hatiye rakirin.

16:52

Endamên AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn

Li taxa Qibala ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve beriya sindoq bên girtin, komek ji endam û rêveberên AKP’ê pêk dihat li Lîseya Anadolû ya Şakîr Sureyya Nûhoglû li şûna hilbijêrên ku neçûne dengdayînê, dengên wan bi komî bikar anîne. Wezîfedarên li ser sindoqa jimara 1163’yan li dijî bikaranîna dengdayîna komî derketin. Grûba AKP’ê êrîşî xebatkarên li ser sindoqan kir. Leşkeran mudaxileyî êrîşa AKP’iyan nekir. Wezîfedarek dîmenên vê kêliyê girtin.

Wezîfedarên sindoqê têkildarî mijarê girtek amade kirin.

16:12

Kaftancioglû banga parastina sindoqan kir

Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) a Stenbolê Canan Kaftancioglû der barê hilbijartinan de li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Kaftancioglû anî ziman ku li gelek deverên Stenbolê provokasyon tên kirin û got: “Li Esenlerê endamên partiyê li dijî binpêkirinê mafê xwe yê îtîrazê bi kar anîn û rastî lêdanê hatin.” Kaftancioglû da zanîn ku perasiyên endamên partiyê hatine şikandin û banga parastina dengan kir. Kaftancioglû got, “Niha dem parastina dengan e. Ji bo vê yekê ez bang li welatiyên me yên li Stenbol û Tirkiyeyê dikim ku dengên xwe li ser sindoqan bişopînin.”

16:21

Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrîşî muşahîdan kirin

Şaredarê navçeya Mamaka Enqereyê Mûsa Kose ji bo raya xwe bide çû Lîseya Meslekê ya Battlagazî. Li dibistanê parêzvanên şaredar, êrişî muşahîdên Partiya Çepên Kesk kirin. Şaredar bi nêzî 100 parêzvanan re çû dibistanê. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk jî xwestin dîmenên wê kêliyê bigirin. Lê parêzvanan êrîşî muşahîdan kir. Polîsan mudaxileyî rageşiyê kir.

Berpirsê dibistanê yê Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrîşê da û got: “Dixwazin zextê li ser gel bikin û gel bitirsînin.”

16:00

Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû

Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 08.00’an de dest pê kiribû. Dengdayîn saet di 17.00’an de bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo 60 milyon û 721 hezar û 745 hilbijêr li 973 navçe, 1094 li desteya hilbijartina hilbijartinê ya navçeyan bi giştî 191 hezar û 885 sindoq hatin danîn. Li hemû sindoqan deng hatin dayîn. Seranserî rojê li gelek bajar û navçeyan hîle, sextekarî û binpêkirina hilbijartinê qewimîbû.

Namzetê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Namzetê Tifaqa Cumhur û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ketin pêşbaziya hilbijartinê. Her du namzet jî di tûra ewil a hilbijartinê de nehatibûn bijartin.

15:37

Li Rihayê bi kevir û daran êrîş birin ser heyeta ku Şenyaşar jî di nav de

Li Taxa Yenîkoyê ya navçeya Halîliyê ya Rihayê, êrîşên alîgirên desthilatê didomin.

Dema ku rê nehat dayîn ku muşahît dengên xwe bidin, heyeta Partiya Çepên Kesk hatin taxê.

Heyeta ku ji Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’ê yên bajêr Ahmet Atiş, Garîbe Yeşîl, Hevserokê DBP’ê yê bajêr Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê pêk dihat, rûbirûyê êrîşê bi daran man.

Di dema êrîşê de camên hîn wesayîtan hat şikandin, Ferît Şenyaşar rûbirûyê tundiyê ma, kamereya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku nûçe dişopand hat şikandin. Hinek endamên partiyê karîn xwe cihê bûyerê dûr kirin. Hate ragihandin ku dema êrîş berdewam dikir, li herêmê dengên çeka dihatin.

15:20

Polîsan li Cizîrê bombeyên gazê û guleyên plastîk li welatiyan reşand

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kêliya ku dengdayîn berdewam dikir, binpêkirin jî qewimîn. Polîsan li welatiyên ku li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû disekinîn da. Polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîk li welatiyan reşand. Welatî ji baxçe hatin derxistin. Welatiyan nerazîbûn nîşanî rewşê da.

14.44

Li Altindag a Enqereyê dîmenên êrîşên AKP’iyan

14.30

Faşîstên AKP-MHP’î li Stenbolê êrîşê gel dikin

Li taxên Bostanci û Sûadiye yên girêdayî navçeya Kadikoy a Stenbolê, faşîstên AKP-MHP’î li baxçeyên dibistanê proveokasyonan dikin û êrîşê gel dikin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kadikoyê têkildarî vê yekê li ser hesaba xwe ya twîtterê, ev tişt got: “Li dibistanên li herêma Bostanci û Sûadiyeyê komek faşîstan provokasyonê dikin. Em ê neyên provokasyonan û bi baldarî sindoqan biparêzin.”

Her wiha li Dibistana Amadeyî ya Mucella Selcanoglû ya li Taxa Bostanciyê gel xwest sindoqên ku dengê xwe dayînê, bişopînin. Lê AKP’iyan êrîş bir ser wan.

14.25

AKP’iyan êrîşê CHP’iyan kir

Li Sûltangazî ya Stenbolê AKP’iyên ku xwestin dengê komî bidin, êrîşê wezîfedarên sindoqê yên CHP’î kirin.

14.14

Li Amedê AKP’iyan dengê sexte dan

Ji saetên destpêkê yên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê heta niha agahiyên bêusuliyan tên. Li Dibistana Amadeyî ya Namik Kemal a li navçeya Rezan a Amedê dema jinekê bi pûsûleya sexte deng dida hate ferqkirin. Li gorî agahiyan, jina ku bi pûsûlaya sext çû dibistanê xwest biavêje sindoqê. Lê piştî ku rewş hatiye ferqkirin, jina behsa xeberê pûsûla çirand û reviya.

Derket holê ku di pûsûlaya hatiye çirandin de deng ji bo Tayyîp Erdogan hatiye dayîn.

14.11

Li Rûbarokê bi komî deng hatin dayîn, êrîş hate kirin

Li gundê Mavan ê navçeya Rûbarok a Colemêrgê li ser îdîayên dengdana komî muxalefet û parêzer çûn gund.

Di nava şandeya çû de, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Onûr Duşunmeş, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Baroya Colemêrgê jî cihê xwe girtin.

AKP, Partiya Yenîden Refah û parêzeran êrîşê parlamenter û parêzeran kirin. Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Colemêrgê Cevahîr Agrali êrîş qeyd kirin, lê ji aliyê AKP’iyan û Serokê navçeya Rûbarok ê Partiya Yenîden Refahê Reşît Ekîncî ve hat astengkirin.

Hevserokê OHD’ê Agrali ev agahî dan: “Partiya Refahê û AKP’iyan ku dîtin haya me ji rewşê heye, gengeşe derxistin û xwestin me derxînin ji derve. Cerdevanan jî gule berdan hewayê.”

13:54

Polîsan li dibistanekê karê dengdanê dan sekinandin

Li Dibistana Navîn a Buyuksaat a li Taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta ku alîkariyê didin welatiyeka extiyar, AKP’iyan bertek nîşan dan û bi welatiyên ji bo dengê xwe bidin hatin dibistanê re ketin nîqaşê. 

Ji ber nîqaşê gelek wesayîtên zirxî ketin baxçeyê dibistanê. Polîsan bi hinceta “bûyer heye” bi qasî nîv saetê karê dengdayînê da sekinandin. Welatiyên ku dixwestin dengê xwe bidin jî ji hêla polîsan ve bi darê zorê ji dibistanê hatin derxistin. Karê dengdayînê bi qasî nîv saetê hate sekinandin û niha di bin dorpêça polîsan de didome. 

13:39

Li Bagcilar a Stenbolê nehiştin parêzer bikevin Dibistana Seretayî ya Îstoç û li wan xistin

13:26

Serokwekîlê navçeyê yê MHP'ê dema ku 2 caran deng bi kar anî hate zevtkirin

Serokwekîlê navçeya Dîlovasi yê MHP'ê Yucetan Dîlmaç dema ku hewl da li du sindoqên cuda deng bi kar bîne, hate zevtkirin.

13:25

AKP'yî dixwazin bi astengdarê ji mejî deng bide bikaranîn

AKP'iyan li Bagcilar a Stenbolê li Dibistana Seretayî ya Nermîn Bîlîmlî hewl didin bi astengdarekî ji mejî yê ku wêne li ser nasnameya wî nîne deng bide bikaranîn.

13:18

Partiya Çepên Kesk û HDP'ê bang li hilbijêrên xwe kirin

Partiya Çepên Kesk û HDP'ê careke din bang li hilbijêrên xwe kirin ku teqez dengê xwe bidin.

Li Stenbolê kesên li ber hin dibistanan sekinîn gotin, "Neçin deng nedin." Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê yên Stenbolê li hemberî vê yekê hişyarî dan.

Herdu partiyan gotin, "Gelê me yê hêja ji bo guhertinê weke HDP û Partiya Çepên Kesk em dengê xwe didin. Dengê xwe teqez bidin. Dengekî bi tenê gelek tiştan diguherîne."

13:46

Li Çewlîgê li şûna mirovên li derveyî welat deng hatin bikaranîn

Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê, li Dibistana Seretayî ya Yenî Yerleşîmê hilbijêrekî gelek deng bi kar anîn.

Dema ku muşahîdê CHP'ê xwest dest li vê rewşê werde, AKP'iyan hewl dan wî ji dibistanê derxînin. Piştî demekê hate eşkerekirin ku kesê navborî li şûna hin hilbijêrên li Ewropayê deng bi kar aniye.

13:14
Binpêkirinên li ser sindoqan zêde dibin

Hilbijartinên serokkomariyê ku ber bi dawiyê ve diçe, binpêkirin jî zêde dibe. Vê carê jî binpêkirin li Sêrt, Mûş û Edeneyê derketin holê.

SÊRT

Li gundê Kundîşa bi ser navçeya Berwarî ya Sêrtê leşker û cerdevanan gef li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk xwarin. Her wiha leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî ango eşkere bikar bînin. Her wiha li gundê Hertvîn ê bi ser navçeyê hat xwestin ku ji bo Erdogan rayên komî bên bikaranîn. Lê muşahîdan nerazîbûn nîşan dan û ev hewldan rawestandin. 

MÛŞ

Li bajarokê Sungu yê Mûşê jî wezîfedarên sindoqê yên AKP’yî zext li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk kirin û ji dibistanê derxistin. Hat zanîn ku li bajarok gelek kesan bi komî deng dane. 

EDENE

Li taxa Kurttepe ya navçeya Çûkûrovaya Edeneyê hat tespîtkirin ku li sindoqa hejmara 1132’yan a li Lîseya Anadolûyê ya Îbrahîm Atali mohra desteya hilbijartinê li ser belgeya berpirsên dibistanê û endamên desteya sindoqê nebûye û girteka vê hat girtin. 

Li Dibistana Seretayî ya Dogankent a navçeya Yuregîrê jî endam û rêveberên AKP’ê rayên eşkere bikar anîn. Di navbera AKP’iyan û wezîfedarên sindoqan de nîqaş derket. AKP’iyan gef li wezîfedarên sindoqan xwarin û gotin, "Em li ser sindoqan in, ji we tê ka hûn rayan betal bikin." Girteka bikaranîna rayên vekirî hat girtin.

13:09

Li Beylîkduzuyê êrîş li şaredarê CHP'î hate kirin

Şaredarê Beylîkduzu ya Stenbolê yê CHP'î Mehmet Mûrat Çalik ji bo dengdanê çû Dibistana Navîn a Dr. Ayla Savaş. Lê belê wezîfedarên AKP'î êrîş birin ser Çalik.

Li gorî agahiyan, AKP'iyan destpêkê sixêf li Çalik û wezîfedarên CHP'î kirin, piştre jî bi fîzîkî êrîş birin ser CHP'iyan.

13:05

Têkildarî polîsên AKP'î yên dixwestin hîleyan bikin, rapor hate amadekirin

Li Lîseya Aydinlikevler Înonu ya li Altindag a Enqereyê, 3 polîsên li 'herêmên cuda' wezîfedar bûn, bêyî ku dayina belgeya 142'an xwestin deng bi kar bînin. Têkildarî polîsên AKP'î rapor hate amadekirin.

12:57

AKP'iyan li Dibistana Seretayî ya Kûlelî ya li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê êriş birin ser jinekê

12:48

AKP'ê li Îzmîrê jî hîle kir

Li Dibistana Seretayî ya 80. Yil a Eşrefpaşa ya Konakê ya Îzmîrê, kesekî ji bo dengdanê çû navenda dengdanê, zerfa ku 'pûsûlaya mohr ji bo Erdogan lê hatibû xistin' radestî wî kirin.

Rapor li ser hate amadekirin û dengdan hate rawestandin.

12:46

Li Kurdistanê dayikên extiyar ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê deng dan

12:45

Li Antakyayê êrîşê muşahîdan kirin û gefa mirinê li wan xwarin

Li Antakyayê muşahîdan nerazîbûn nîşanî nelirêtiyên ku Dibistana Seretayî ya Mixtar Abdûrrahman Çetîner a Demîrkopru ya Antakyayê hatine kirin, dan. Alîgirên Erdogan êrîşê muşahîdan kirin.

Yek ji muşahîdan li ser hesaba xwe ya twtîterê daxuyanî da, diyar kir ku li dibistana navborî muşahîd in û got: “Pehîn serê xizmê min xistin û birê min hat derpkirin. Li dibistanê du sindoq hene. Li her duyan jî nelirêtî hat kirin. Bi hev re ketina kabîneyan, bêyî nasname deng dayîn…”

Her wiha ev tişt hatin gotin: “Gefa ‘wê cenazeyê we ji vir derkeve’ li me kirin û heqaret kirin. Fermandarê cendirmeyan pirsa hûnê li ser sindoqan bisekinin mîna ku bibêje hûn bi wêrek in hûn ê bimînin, ji me kir. 

12.34

Êrîş li dijî muşahîdê sindoqê hate kirin ku li dijî dengdanan bêusilî ya li Buyukorhan a Bûrsayê îtîraz kir.

12:18

Dayika Rahşan Demîrel piştî 8 salan çû dengdanê

Dayika Rahşan Demîrel a ku sala 1992'an di Newrozê de bedena xwe da ber agir, Emîne Demîrel ji sala 2015'an û vir ve cara yekê çû dengdanê.

Demîrel piştî daxuyaniya Tayyîp Erdogan a sala 2015'an a rawestandina 'pêvajoya çareseriyê' weke nerazîbûn 8 salan neçû dengdanê.

Lê belê ji bo têkbirina Erdogan, li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê dengê xwe da.

12:16

AKP 'ispat'ê li ser keya û cerdevanan ferz dike

Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê, rêveberên AKP'î li keya û cerdevanan ferz dikin ku ispat bikin ku deng dane Erdogan.

Hate îdîakirin ku serokê AKP'ê û hin rêveberên navçeyê ji cerdevan û keyayan re gotine "Hûnê dîmenê dengdana xwe bikişînin û ji me re bişînin."

Li gundê Mûtlûca yê Elkê jî di navbera cerdevanên ku bi rengekî eşkere deng didan û wezîfeydarên CHP'ê de nîqaş çêbû.

Li Dibistana Seretayî ya Hurriyet a li navenda Şirnexê, Abdulmecît Kulter ê astengdar ji bo dengdanê çû, lê kes jê re nebû alîkar. Kulter bi saetan li ber dibistanê hate rawestandin.

12:01

Li Mîdyatê cerdevan û AKP'iyan êrîşî wezîfedaran kirin

Li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê, li gundê Şorizbahê komekê xwest bi rengekî komî deng bide. Wezîfedarên li ber sindoqan xwestin dest li rewşê werdin, lê belê cerdevan û AKP'iyan êrîşî wezîfedaran kirin.

11:59

Ozgur Kaplan: Ji bo ronahiyê dengek têrê dike

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal Ozgur Kaplan diyar kir ku yekane çareseriya tifaqa Erdogan a ji bo pirsgirêka Elewiyan 'înkar' û 'asîmîlasyon' e.

Ozgur Kaplan ragihand ku tarîtiya AKP'ê bi ser tevahiya civakê ve belav bûye û got, "Li dijî tarîtiya ku 21 sal in dewam dike, ji bo ronahî bi ser jin, zarok, heywan, xweza, bawerî, nêrîn û tercîhan ve bê, dengekî bi tenê têrê dike."

Kaplan got, "Em ji bîr nekin, ji bilî kabûsan tiştekî ku em winda bikin nemaye" û wiha dewam kir, "Em Elewî jî mîna her demê em ê li aliyê demokrasî, wekhevî û edaletê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin."

Kaplan got, "Em ne tenê ji bo Elewiyan ji bo hemû nasnameyan daxwaza demokrasiyê dikin. Û em dibêjin ku yên bi heman rengî li 72 miletan nanihêrin ne ji me ne."

11:49

Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê ez we vedixwînim ser sindoqan

Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li Dibistana Navîn Arjantînê ya li Enqereyê dengê xwe da. Kiliçdaroglû piştre daxuyanî da û wiha got: “Ji bo rizgarbûna ji zextê û demokrasî were vî welatî ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan. Ev hilbijartin hilbijartinek e ku di şert û mercên gelek zehmet de pêk hat. Lê baweriya min bi hestiyarbûna gel heye. Ez spasiya welatiyên me hemûyan ên ku ji ser sindoqan tên, dengê xwe dan û li mafê dengê xwe digerin dikim.”  

11:45

Li Stenbolê AKP'iyan êrîş birin ser wezîfedarên Partiya Çepên Kesk û CHP'iyan

11:44

Li Manîsayê raporên li ser dengdanê hatin şewitandin

11:39

Wekîlê Partiya Çep a Elmanyayê Taş 'ji bo mafên mirovan' banga dengdanê kir

Parlamenterê Partiya Çep a Elmanyayê Hakan Taş li Amedê dengdanê dişopîne.

Taş li ber Lîseya Ziya Gokalp Anadolû ya li navçeya Yenîşehîrê axivî û got, "Hêvîdarim ku encam wê ji bo demokrasiyê bi xêr be. Hêvîdarim bibe paşerojek ronahî ji bo Tirkiyeyê ku careke din di nava tarîtiyê de nefetise."

Taş ji bo mafên mirovan bang li her kesî kir ku dengê xwe bide.

11:27

Sancar: Dengê xwe bidin, xwedî lê derkevin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li Çankaya ya Enqereyê dengê xwe da. Sancar piştî ku deng da got, "Bila her kes dengê xwe teqez bi kar bîne, ji ber ku ev yek ne tenê hilbijartina serokkomariyê ye. Em dengdanê li ser paşeroja Tirkiyeyê dikin. Ez bawerim ku wê bibe wesîleya paşeroja ronî, rê veke. Bikaranîna dengan têrê nake. Divê her hilbijêr weke wezîfedarekî xwedî li dengê xwe derkeve."

11:11

Li hewşa dibistaneke li Cizîrê wesayitên bêplaqe

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li hewşa Lîseya Cîzre Sporê pîqabek bêplaqe hate tespîtkirin. Parlamentera Şirnexê ya Partiya Çepên Kesk û rêveberên HDP'ê yên navçeyê îtiraz kirin, lê belê polîsan gotin, 'wesayit a wezîfedaran e' û wesayit ji hewşa dibistanê dernexistin. Piştre agahî ji Baroya Şirnexê re hate dayin, parêzer çûn dibistanê û piştî hevdîtina bi amîrên polîsan re hate ragihandin ku eger wesayit neyê derxistin wê raporê amade bikin. Li ser vê yekê wesayit ji hewşa dibistanê hate derxistin.

11:09

AKP li her derê hîleyan dike

Li navçeya Çekmekoy a li herêma 1'emîn a Stenbolê, li gelek sindoqan nîşaneya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a dikare bê jêbirin hate tespîtkirin. Endamên Partiya Çepên Kesk dest li vê yekê werdan û rapor amade kirin.

Li navçeya Sûltanbeyliyê jî li dibistanekê hate îdîakirin ku Partiya Çepên Kesk hilbijartin boykot kiriye. Wezîfedfarên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku îdîa rast nîne.

10:40

Li Amedê Huda Par zarokek kir muşahîd

Li navçeya Rezan a Amedê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Bagcilarê Huda Par zarokek 17 salî kir muşahîdê sindoqa bi hejmar 1075’an. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk li dijî vê rewşê derketin. Li ser îtîrazê zarok ji dibistanê hate dûr xistin.

Parêzerên dibistanê jî bûyer piştrast kirin, hat ragihandin ku der barê bûyerê de tu rapor nehatine girtin.

10:26

Li Mêrdînê polîs ji AKP’ê re muşahîdan kom dike

Hat ragihandin ku li navçeyên Artûklû, Rişmîl, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîs sindoq bi sindoq digerin û pirsa ‘gelo tu muşahîdê AKP’ê yî yan ne?’ dikin. Polîs ji derve muşahîdan tînin ser sindoqên ku muşahîdê wan ne yên AKP’ê ne û wesayîtên zirxî jî di nava dibistanê de digirin.

Hat destnîşankirin ku li Mêrdînê ji navçeyan hemûyan ferman ji polîsan re hatiye ku parêzeran ji derdora sindoqan û dibistanan dûr bikin. Di navbera parêzerên ku diçin dibistanê û polîsan de car car gengeşe çêdibe. Li Rişmîl û Nisêbînê parêzeran nerazîbûn nîşanî rewşê da û anîn ziman ku wê destûr nedin bêhiqûqiyê.

Li navçeya Rişmîlê parêzer nayên girtina hundirê Dibistana Navîn a Sakaryayê. Şaredarê AKP’î û Serokê Navçeyê yê AKP’ê li ser sindoqan digere û gefan li wezîfedarên sindoqan dixwe.

Li Dibistana Navîn a Şîrînevlerê ya navçeya Rişmîlê, li ser sindoqên bi hejmara 1025, 1026 û 1027 dengên giştî hatin dayîn. Wezîfedarê sindoqê yê CHP’ê îtîraz kir û li ser vê yekê ji aliyê serokê sindoqê ve gef lê hate xwarin.

10:17

Pervîn Bûldan: Dengek dikare qedera welat biguhere

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li navçeya Bakirkoya Stenbolê li Dibistana Seretayî ya Metîn Kolûkê dengê xwe da. Bûldan piştî dengê xwe da got: Hêvîdarim û hêvî dikim ku encama îro were bidestxistin bibe wesîleya demokratîkbûna Tirkiyê, aşitî, bextewarî û aramiya Tirkiyê. Gelên Tirkiyeyê ji bo ku civak bêhna xwe bistîne kedeke mezin dan. Îro rojek girîng e. Me tu carî hêviya xwe winda nekiriye. Em îro jî bi heman hêviyê ne. Ez jî dixwazim bibêjim ku ev hêvî gelek mezin e. Ez bang li her kesê ku deng bikar nayîne, naçin ser sindoqan û dibêjin “Bi dengê min tiştek naguhere dikim; Dengek dikare gelek tiştan biguhere. Yek deng qedera welat diguhere. Yek deng qedera civakê diguherîne. Encama ku em ê îşev bi dest bixin bêguman dê bibe sedema guhertina çarenûsa vî welatî.”

10:15

AKP'iyan li Rihayê êrîş birin ser parlamenterê CHP'ê

Li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker serdana cihên dengdanê yên li gundê Karaalî kir. Alî Şeker tespît kir ku bi rengekî komî deng hatiye bikaranîn. Li gorî agahiyan, li gund mêran xwestin li şûna jinan deng bidin. Alî Şeker û muşahîdê CHP'î diyar kirin ku ev yek li gorî qanûnan nîne û divê jin bi xwe dengê xwe bidin. Li ser vê yekê komek ji 15-20 kesan êrîşî parlamenterê CHP'ê kir. Şeker ku ji bêvila xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

10:06

AKP'iyan êrîş birin ser wezîfedaran, ji ber ku nehişt ew bi komî deng bidin

Li gundê Yazlica yê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, AKP'iyan xwestin bi rengekî komî deng bidin. Wezîfedaran hewl dan vê asteng bikin, lê belê AKP'iyan êrîşî wezîfedaran kirin. Wezîfedar ji ber ku metirsî li ser jiyana wan hebû ji gund çûn û diyar kirin ku wê gilî bikin.

09:51

Emîne Şenyaşar: Xwedî li dengên xwe derbikevin

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê xizmên wan ji aliyê xizm û parêzvanê parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, dengê xwe dan.

Emîne Şenyaşar piştî ku dengê xwe da, daxuyaniyek kurt da: “Xwedî li dengên xwe derbikevin. Em ji vê pêvajoya zehmet derbikevin. Bi destûra Xwedê wê guhertin çêbibe.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenşayar jî wiha got: “Ji bo pêşerojek demokratîk, ji bo edalet û aştiyê me dengê xwe da. Em bang li gelê xwe dikin; bila her kes biçe ser sindoqan. Dengê xwe bide û xwedî li îradeya xwe derbikeve.”

08:54

Akin: Ji bo azadiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Lîseya Anadolu ya Pîşeyî û Teknîkî ya Konak N.S. Îşgoren ê konakê dengê xwe da. Akin got, “Hêvîdar im 28’ê Gulanê li Tirkiyeyê bibe rojeke azadî, aştî û demokrasiyê. Bi her awayî em ê têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê bidomînin. Ji ber ku li hemberî siyaseteke bi vî rengî parçebûyî û dijminane ji bilî berdewamkirina têkoşînê tu rêyek din nîne. Ez ê hem li herêmê hem jî li meclîsê vî karî bi awayekî aktîf bimeşînim."

08:52

Ûçar: Encamên hilbijartinê bila bibe wesîle ji azadiyê re

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dibistana Seretayî ya Gazî yıa li Sûltangazî ya Stenbolê dengê xwe da. Piştî dengdanê jî daxuyaniyek da û got, "Ez ji hilbijêran dixwazin ku dengê xwe ji bo demokrasî, guhertin, wekhevî û azadiyê bidin. Her wiha meseleya ewlekariya hilbijartinê heye. Ji niha ve serketinê ji wezîfedarên li ber sindoqên dengdanê re hêvî dikim. Ji wezîfedaran dixwazin ku ji 14'ê Gulanê bêhtir bi baldar dengan biparêzin. Encamên vê hilbijartinê bila ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya azadî û wekheviyê.

08:49

Mexdûrên erdhejê dest bi dayina dengan kirin

Li Hatayê, li konteyniran dengdanê destpê kir. Ji bo hilbijartina Serokkomarê 28'an, mexdûrên erdhejê berê xwe dan cihên dengdanê.

07:58

47 hezar û 523 hilbijêrên nû wê cara yekê deng bidin

Di tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê de 47 hezar û 523 hilbijêrên nû hene ku nû bûne 18 salî. Ev ciwan wê di Hilbijartina Serokkomariyê de cara yekê dengê xwe bidin.

07:57

Tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê destpê kir

Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya Tirkiyeyê bi dema Tirkiyeyê saet di 08:00 de destpê kir.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 973 navçeyan û 1094 desteyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt dengê xwe bi kar bînin. Dengdayîn wê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe.