Dewleta Îranê 5 çalakvanên Kurd binçav kir

Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê 5 çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.

Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê 5 çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî binçavkirina 5 welatî û çalakvanên olî yên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, di nava çend rojên borî de li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê 5 welatî û çalakvanên olî yên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 6’ê Gulanê de Sumeye Qadirî ya ji gundê Gezgisk, Mihemed Sultanî yê ji gundê Xurinc, Mihemed Mûradî yê ji gundê Bîkosk yê girêdayî bajarê Pîranşar bêyî ku fermanda dozger ya binçavkirinê nîşanî wan bidin ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin."

Tora Mafên Mirovan herwiha eşkere kir ku di heman demê de welatiyekî bi navê Husên Bayezîd jî li mala xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Tora Mafê Mirovan da zanîn ku heta niha sedema binçavkirina van 5 welatiyan nehatiye eşkerekirin.