Rojên 'Diyaloga bi Ocalan re' di navbera 15-22'ê Hezîranê de ye

Di bin navê "Diyaloga bi Ocalan re" wê di navbera 15-22'ê Hezîranê de rojên çalakiyê yên navneteweyî bêne lidarxistin.

ROJÊN DIYALOGA BI OCALAN RE

Înîsiyatîfa ku kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bi rê ve dibe, li dijî tecrîda li Îmraliyê banga tevlîbûna li rojên çalakiyê yên 'Diyaloga bi Ocalan re' û belavkirina fikrên Abdullah Ocalan kir.

Înîsiyatîfê bang li rewşenbîr, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîka, tevgerên civakî û siyasetmedaran kir ku di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi şêweyên cuda çalakiyan li dar bixin û got ku çalakiyên xwe bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyalogê li dar bixin.

Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:

LI HEMBER TECRÎDA DERHIQÛQÎ

"Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û têkîliya wî bi derve re qut bûye. Herî dawî di Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk anîbû. Ji Adara 2021'ê û vir ve hemû têkilî qut bûne û der barê tenduristiya wî de fikarên cidî hene.  Êdî ne pêkan e ku mirov baweriya xwe bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bîne.

NIVÎSÊN WÎ ÎLHAMÊ DIDE

Nivîsên Abdullah Ocalan îlhamê dide rewşenbîr, azadîxwaz, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedar û hemû civakan. Abdullah Ocalan 25 sal berê piştî Komploya Navneteweyî wek rêberekî Kurd ji Sûriyeyê derket û piştî salan wek pêşengê civakeke demokratîk a azad, pir-neteweyî, pir-olî û demokratîk vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinan, ekolojî û demokrasiya radîkal a Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Felsefeya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo îmkana sîstemeke civakî ya demokratîk hêviyek nû dide me. Di hucreya girtîgehê de "Jin jiyan azadî" formule kir; di sedsala 21’an de dirûşma têkoşîna azadiya jinan û rênîşanê hemû jinên serhildêr û têkoşer e.

Nivîsên Abdullah Ocalan ên der barê jiyana bêdewletî de jêpirsîneke bêhempa ye û vîzyoneke civaka demokratîk-ekolojîk e ku perspektîfeke nû pêşkeşî lêgerîna sosyalîzmeke nû dike. Daxwazên Abdullah Ocalan ên ji bo rêgezên demokratîk ên rêxistinbûyîna civakî, bala kesên ku bi ramana civakî ya avaker an jî ji nû ve avakirina civakê li ser xetên femînîst û ekolojîk re eleqedar e, heq dike.”