Rewşa dawî li Helebê

Li Helebê komên cîhadîst dest bi êrîşeke nû kirin, hêzên rejîmê jî êrîşên hewayî pêk anîn.

Li Helebê komên cîhadîst dest bi êrîşeke nû kirin, hêzên rejîmê jî êrîşên hewayî pêk anîn. Niha li taxên Kurdan ên di bin kontrola YPG/YPJ’ê de rewş aram e. Êrîşa ku di tevna civakî de cihekî berfireh girt, AKP’yiyan jî peyamên piştgiriya çeteyên cîhadîstan weşandin.

Komên cîhadîst ên Eniya El Nusra, Ehrar ul Şam, Ensar ed Dîn, Fevc Ewwel, Lîwa Sultan Murad, Ensar, Xîlafe jî di nav de li Helebê bi navê “Ensar eş Şerîa/Alîkarên Şerîetê” operasyon dan destpêkirin.

Di êrîşa ku duh li derdora saet 20.00 an de destpê kir, destpêkê çeperên ku di bin kontrola rejîmê û çekên menzîl dirêj û navîn hatin xistin. Hat diyarkirin ku komên cîhadîst pêşve çûne, hêzên rejîmê jî êrîşên hewayî dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di êrîşa ku heya saetên sibê dewam kir, komên cîhadîst windahiyên mezin dane.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li Helebê di 12 saetên dawiyê de 4 ji wan sivîl 9 kes hatine kuştin. Her wiha 70 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku şîdeta êrîşan a duh kêm bûye, diyar kir dibe ku êrîşeke nû pêk bê.

Komên cîhadîstên ku ji xeta Leyramon û herêma Cendûl êrîş kirine dan zanîn ku wê êrîşên wan ji dibistana topavêj û Hewa Cewiyye, destpê kirine, heya xeta Sifira-Henasir li hemberî hêzên Esad bidomînin.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên di bin kontrola hêzên YPG/YPJ’ê de rewş aram e. Fermandariya YPG’ê ya Helebê da got: “Niha li herêma me ti pevçûn nînin. Lê parçeyên bombeyên ku têne avêtin car caran têne dikevin nav eniyên me de jî. Lê ti rewşek neyênî nîne, windahiyên me nîne.”

AKP’YÎ KEYFXWEŞ DIBIN

Êrîşa li ser Helebê di tevna civakî de cihekî berfireh girt, di nava kesên ku hashtaga #HalepFethi ango #Fetha Helebê dinivîsin de AKP’yî bal dikişînin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Şaxê Ciwanan ê AKP’ê û Serokê Zanîngehê Recep Seyyar, bi tweeta xwe ya “#HalepFethi gaveke ber bi Qudsa azad ve ye.” Piştgiriya xwe ya cîhadîstan nîşan da.