Peymana civakî li Amûdê bi beşdariyekî girseyî hate gotûbêjkirin

Pêşnûmeya Peymana Civakî ya Sîstema Federal a Demokraîtk a Bakûrê Sûriyeyê bi dirûşma “Dest bi de dest” cara yekem ku bi beşdariyekî girseyî di civînekê de hate gotûbêjkirin.

Di civîna ku li Amûdê ku li ser rêkxistina peymana civakî hate lidarxistin de bi dirûşma “Li gel Kurd, Ereb, Sûryanî-Kildanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen û nûnerên baweriyên Îslamî, Mesîhî û Êzidî, ji bo avakirina Sûriyeya Federaliya Demokratîk malekî hevpar.” Bi beşdariya rûspiyên eşîretan, ruspî, rewşenbîr û kesayetên berniyas bi sedan kes amade bûn.

Hevserokê Sîstema Federal a Demokratîk Mansûr El Selam, Endama Mclîsa Avaker Fasa Yûsûf û Berpirsê Têkiliyên Derve yê TEVDEM’ê Abdulselam Ahemd di diwanê de cih girtin. Di civîna ku li ser rêxistinkirina peymana civakî ya ku hate lidarxistin de Hevserokê Sîstema Federal Mansûr El Selam û Endamê Meclîsa Avaker Fosa Yûsûf axaftin kirin. Yûsûf di axaftinên xwe de bal kişand ser pêvajoya ku Rojava û Sûriye têre derbas dibe û bûyerên tên jiyîn. Fosa Yûsûf diyar kir ku hemû hêzên ku dibêjin em li Sûriyeyê bi hêzin gelên Sûriyeyê ji bo xwe weke qûrban dibînin û wiha got: “Hevpeyman Civakî wê jiyana hevpar a gelê me û siberoja wê diyar bike.”

Di salona ku civîn hate lidarxisitin de li gel wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsa “Têlên ku li pêşiya yekbûna me dibin asteng qût bikin, dîwaran hilweşînin”, bi zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî-Sûryanî û wêneyên şehîdên şoreşê hatin xemilandin. Di civînê de Xwerêveberiya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Hevserokê Sîstema Federal a Demokraîtk a Bakûrê Sûriyeyê Mansûr El Selam, Endama Meclîsa Avaker Fosa Yûsûf, partiyên sîyasî, saziyên civaka sivîl, alimên Îslamî, Mesîhî û Êzidî û rûspiyên gelê Kurd,Ereb, Sûryanî-Asûrî, Rûspî, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn.

‘YÊN KU HESABAN LI SER SÛRIYEYÊ DIKIN GEL DIKIN QURBAN’

Civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir di serî de Endamê Meclîsa Avaker Faso Yûsûf axivî. Yûsûf bal kişand ser pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe û bûyerên ku diqewimin. Yûsûf wiha got: “Hemû hêzên ku hesabên wan li ser Sûriyeyê hene gelê Sûriyeyê weke qûrban dîtin-dibînin.” Faso Yûsûf diyar kir ku di sedsala 20. de êdî rastiya sînor û îtifaqan nemeye, hêzên ku herêmê li pey hesabên siyasî diçin tenê ji bo berjewendiyên xwe ne. Yûsûf wiha wiha anî ziman: “Hedefa Tirkan ji Cerablûsê heta Mûsilê dagir bike. Lê ticar nagihîje armanca xwe.”

Her wiha Hevserokê Sîstema Federal a Demokratîk Mansûr El Selam jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Yên ku dema me sîstema federal îlan kir digotin we Sûriye parçe kir, dema ku Tirk dest bi dagirkirina Cerablûsê kirin wan hêzan dengê xwe nekirin. “ Selam diyar kir ku Sîstema Federal ji bo gelê Bakûrê Sûriyeyê jiyanekî nû û aştiyane îfade dike. Selam wiah anî ziman: “ Tecrûbeyên me diyarkirin ku sîstema federal ji bo hemû pirsgirêkên gelê Sûriyeyê bû çareserî.”

LI SER RÊXSTINKIRINA CIVAKÊ GOTÛBÊJ HATIN KIRIN

Piştî nirxandinên sîyasî û şûn de pêşnûmeya ku ji aliyê komîteya rêxistinkirina Civakê ya sîstema federal a demokratîk hate xwendin. Piştî xwendina pêşnûmeyê gotûbêj li ser hatin kirin. Piştî gotûbêjên li ser pêşnûmeyê û pêşniyaran û şûn de di aliyên pêwîste wê gûhertinên bên kirin wê pêk bên.

...