Newroza Dîgorê: Newroz azadî û berxwedan e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Newroza Dîgorê ku berf lê dibare, axivî û got: “Newroz azadî û aştî ye. Newroz berxwedan e.”

NEWROZA DÎGORÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Dîgor a Qersê li Cadeya Millet Newroz pîroz kir. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Rêxistina Qersê ya DEM Partiyê, namzetên Hevşaredariya Qers û Dîgorê û gelek kes beşdarî şahiya Newrozê bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî û zarokên xwe re hatin qada Newrozê.

Di destpêka şahiya Newrozê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Destpêkê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rosa Îldan axivî û got: “Dîgor wateya jiyanê ye, yek ji wan qadan e ku têkoşîn û berxwedan lê destpê kiriye. Em bawer dikin ku gelê me wê bîra xwe ya berxwedanê heta dawiyê bihilgire.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di rojên ronî de her kes tê; mesele di zivistan û nava berfê de hatine. Newroz azadî û aştî ye. Newroz berxwedan e. Newroza gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be.

Sedsal in pirsgirêkek heye. Pirsgirêka gelê Kurd a wekhevî û statuyê heye. Pirsgirêka gelê Kurd a hebûnê heye. Sedsaleke nû destpê dike. Ji bo ku di vê sedsala nû de Kurd hebin, divê aştî pêk were. Polîtîkaya red û înkarê ya sedsalî îflas kiriye.

Birêz Ocalan muxatabê yekemîn ê pirsgirêka Kurd e. Lewma divê ev tecrîd ji holê bê rakirin.

Duh li qadên Newrozê yên li Stenbol, Colemêrg, Şirnex û Wanê; li her çar aliyan bi sed hezaran qêr kirin. Gelên Kurd û Tirk aştî, demokrasî û azadiyeke bi rûmet dixwazin. Tayyîp Erdogan şev û roj ji Kurdistanê re dibêje ‘terorîstan’. Kurdistan welatê me ye, warê me ye. Em Kurdên li her çar parçeyan û li cîhanê dixwazin bi hev re bi azad û wekhev bijîn. Me rê neda yên ku Kurdan tune dihesibînin. Em ê ji vir û şûn de jî rê nedin.

Vê zihniyetê baş nas bikin; li Enqereyê Tirk in, lê dema tên Kurdistanê Kurdbûn tê bîra wan. Ne deng, silav jî ji van re nîne! Her dengê ku hûn di vê hilbijartinê de bidin AKP’ê, wê ji tifaqa JÎTEM’ê re biçe. Her dengê ku hûn bidin AKP’ê wê ji MHP’ê, ji tank û topan re biçe. Lewma em dibêjin ku; em yekîtiya xwe xurt bikin. Bila dengê Kurdekî jî ji van re neçe. Bila dengên Kurdan li ber dara DEM Partiyê kom bibin. DEM Partiyê mezin bike. Têkoşîna gelê me mezin bike.”

Piştî axaftinan hunermed Ayşe Şefaqî û Adil Şerzat derketin ser dikê. Gel tevî befr û baranê li ber stranan govend gerandin. Newroz li ber stranan bi dawî bû.