Malbatên Roboskî: AKP/Erdogan di asta herî jor de dijminatiya Kurdan dike

Malbatên Roboskî bertek nîşanî xirakirina konbajarên li Şirnexe û binçavkirina Kişanak û Anli dan û diyar kirin ku wê gelê Kurd ti caran serî netewîne.

Malbatên Roboskî yên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 zarokên wan ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, di hefteya 252'emîn de li Şehîdgeha Roboskiyê hatin cem hev û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman.

Malbatên ku gorên zarokên xwe ziyaret kirin, dua xwendin û şekir li welatiyan belav kirin. Piştî malbatan goristan ziyaret kirin, li ser navê malbatan Vahît Encu daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan li her qadê dijminatiya li dijî Kurdan derxistiye asta herî jor.

Encu, bi lêv kir ku dewleta Tirk malên welatiyên Şirnexê hilweşandin, niha jî konên ku tê de dimînin hildiweşînin û wiha dewam kir: "Ger ev ne faşîzm e çi ye? Em vê helwesta li dijî gelê Şirnexê şermezar dikin. Em ê bi gelê Şirnexê re di nava piştgiriyê de bin."

Encu, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên Amedê da û wiha axivî: "AKP bi van pêkanînan dixwaze gel biçewisîne. Gelê Kurd ti caran serî natewîne. Em li cem hilbijêrên xwe ne. Em banga piştevaniyê li hemû gelê xwe dikin."