Malbat wê ber bi sînor ve bimeşin

Malbatan bertek nîşanî biryara Desteya Wezîran û Wezareta Karên Hundir a cenazeyên şervanên YPG, YPJ û HPG'iyan tên astengkirin dan.

Malbatan bertek nîşanî biryara Desteya Wezîran û Wezareta Karên Hundir a cenazeyên şervanên YPG, YPJ û HPG'iyan tên astengkirin dan. Malbatan li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çalakiya kon dan destpêkirin û leşkeran gef li malbatan xwarin. Çavlirê ye ku demên pêş de malbat û gel ber bi sînor ve bimeşe.

Malbatên 13 şervanên YPG, YPJ û HPG'ê yên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dan 5 roj in li bendê ne ku cenazeyên zarokên xwe bigirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê ne li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi çalakiya kon kirin. Piştî malbatan kon veda gelek TOMA, wezayîtên zirxî sewqî bajarokê hatin kirin û malbat û bajarok di bin dorpêça polîsan de ye. Rayedarên HDP'ê bi leşkeran re hevdîtin kir û rayedarên leşkera ji wan re gotin, "Em ji bo muzakereyê nehatin vir. Em ji bo konê hatin vedan bê rakirin û heke nehat rakirin mudaxele bikin hatin"

Rayedarên HDP'ê jî gotin ew ji bo bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin li vir in heya cenazeyan teslîmî malbatan nekin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li herêmê rageşî berdewam dike û li bendêne ku seatên pêş de gel ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bimeşe.