BI DÎMEN

Li ser dîroka guhartina demografiya Xûrmatûyê panelek hat lidarxistin

Li Kerkûkê bi sernavê "Dîroka Guhartina Demografiya Xûrmatûyê" panelek hat lidarxistin.

LI KERKÛKÊ PANEL

Xûrmatû bajarekî başûrê Kurdistanê ye û dîrokeke wê ya kevn heye ku heta sê hezar sal berî niha diçe. Ev bajar wekî ku di belgeyên dîrokî de jê tê behskirin, bajarekî dêrîn e û di çavkaniyên Aşûrî û Akadî de behsa wê tê kirin. Ev herêm ji hêla dewleta Osmanî ve tê dagirkirin û Osmanî dest bi niştecihkirina Tirkmenan dikin, lewma kêmîneyeke Tirkmenan jî li vê derê heye.

Bajarê Xûrmatûyê dikeve başûrê Kerkûkê û di sala 1976’an de ev bajar ji nahiyeyên Amirlî, Bostanlî, Silêman Beg, Qadirkerem û Yankîceyê pêk dihat. Rejîma Baasê bi biryarekê Xûrmatû xiste ser parêzgeha Selahedînê. Ev veguhastina ji parêzgeha Kerkûkê bo parêzgeha Selahedînê ji bo wê yekê bû ku bikarin rehettir li Kerkûkê di rêjeya Kurdan de destkariyê bikin.

Têkildarî dîroka guhartina demografiya vî bajarê Kurdistanê yê dêrîn, li Kerkûkê bi amadebûna gelek rewşenbîr, nivîskar, çalakvan û dîroknasan bi sernavê “Dîroka Guhertina Demografiya Xûrmatûyê” panelek hat lidarxistin.

Nivîskar û dîroknas Hesen Baran têkildarî panelê ji ANF’ê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Îro di vê panelê de me li ser mijareke hestyar agahî da ku têkildarî dîroka guhartina demografiya navçeya Xûrmatûyê bû. Xûrmatû bi dirêjahiya dîrokê beşeke Kerkûkê bûye. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, pêvajoya Erebkirina vê navçeyê heta sedan sal berî niha diçe.”

Hesen Baran di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Tirkmenkirinê ya li Xûrmatûyê û wiha domand: “Me di beşeke panelê de behsa pêvajoya Tirkmenkirina Xûrmatûyê kir. Hebûna Tirkmenan a li vê deverê heta 300-400 sal berî niha diçe. Ev herêma Kurdistanî wextekê dikeve ber pêvajoya Tirkmenkirinê jî. Her wiha me di panela xwe de behsa dîroka avabûna Xûrmatûyê jî kir ku dîroka vî bajarî heta sê hezar sal berî niha diçe.”

Hesen Baran îşaret bi kevnarbûna bajarê Xûrmatûyê kir û got: “Bajarê Xûrmatûyê wekî bajarên Kifrî, Kerkûk û Daqûqê bajarekî dêrîn e ku di serdema Hûriyan de hatiye avakirin û piştre li ser destên artêşa Tîmûrleng di salên 1300’î de tê rûxandin. Careke din ev bajar li qûntarê Çiyayê Hencîreyê tê avakirin.”

Hesen Baran axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me tevî van tiştan di panelê de li ser navê Xûrmatûyê jî gotûbêj kir bê ka ji çi hatiye. Me li gorî çavkaniyên dîrokî li ser navê Xûrmatûyê nirxandin û analîz kirin û hêvî dikim em bikarin ji vê pirsa girîng re xizmetekê bikin.”