Koordînasyona Civaka Êzidî: Divê hovîtiya li Şengalê wek Jenosît bê qebûlkirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk, bi boneya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyek da û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. Koordînasyonê bang li Êzidî û derdorên Navneteweyî jî kirin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk, bi boneya duyemîna salvegera fermana li ser Êzidiyan a li Şengalê daxuyaniyek da.

Koordînasyon wiha got: “Şehdên qehreman û yên fermanê ku ji bo Şengalê bûne hêviyên nû carekî din bibîr tînin. Soza şopandina rêya wan didin û em ê xeyalên wan ên têkoşînê bi cih bînin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat ziman: “YBŞ –YJŞ hêzên xweser ên ku di berxwedana Şengalê de mezin bûne û bi bawerîbûna bi vê berxwedanê û rêbazên rêveberiyê re êdî Êzidî ne Êzidiyên berê ne da nîşandan.” Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Êşa ku li Şengalê hate jiyîn çawan ku civaka Êzidî, hemû mirovahî pê êşa; bi pêşketina berxwedan û xwerêveberiya li Şengalêazadî û hêvî bi taybet ji bo civaka Êzidî bûye hêvî û çavkanaiya îlhamê.

 (...)

Êzidî êdî dijmin û dostê xwe baş nas dike, li gorî wê refên ku li gel ciha bigire diyar dike. Îro ji her rojê bêhtir Êzidî li xwe û li ser vê rastiyê xwe birêxistin û şert û mercên yekîtiya xwe xûrtkirin daya avakirin.”

ÊZIDÎ

Koordînasyonê, ev bang li Êzidiyan kir:

“Li çar parçeyên Kurdistanê, çi li welat derveyî welat, li tevahî cîhanê çi Êzidî hebe divê dilê wan ji bo Şengalê lê bide; Divê li navenda Şengalê yekîtiyekî ya Êzidî û hevpariya wan bê avakirin.

Di serî de li Ewropa li kû der dibin bila bibin, bibin dengê Şengalê, dengê Êzidiyan, li ser vî bingehî di statuya Şengalê de, ji bo avakirina Şengalê divê xebat bên meşandin.

Hemû Êzidî di 3’ê Tebaxê de li kû dibin bila bibin, li gel dostên xwe dakevin qadan; vê roja reş bi protestoyan weke kû bibe malê her kesê aktivîte bên li dar xistin.”

DERDORÊN NAVNETEWEYÎ

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokrat, bang li sazî û derdorên navneteweyî jî kir:

“Divê wehşeta ku di 3’yê Tebaxa 2014’an a ku li ser civaka Êzidî hatî pêkanîna weke jenosît were qebûlkirin. Yên ku hevkariya wan di vê qetlîamê de hene, rê li ber jenosîdê vekirî, di dadgehên navneteweyî de bên darezandin.

Ji bo parastina civaka Êzidî û çand û baweriya wan,bikevan bin ewlekariyê de û li gorî vê tedbîr bên girtin.

Li Şengalê civaka Êzidî reveberiya ku xwe bi xwe xwe rêvebibe ji aliyê saziyên navneteweyî ve bên naskirin, di nava distûrên bingihîn ên dewletên têkildar de bikeve bin parastinê.

Bi taybet bi fermana dawî, Êzidî li çar aliyan belav bûn vegerin ser xaka xwe, ji bo vegera divê şert û merc bên avakirin. Ji bo avakirina Şengalê ji nû de divê alîkaiyê bên dayîn. Ev alîkarî ne li ser destê hikûmeta herêmê, însyatîfê nede destê hikûmetê ji bo destkeftiyên siyasî û rantê bikar bîne, bi rêya însyatîfên sivîlên herêmê alîkarî bên kirin.

Ji bo rizgarkirina dîlên di destên çeteyan de xebatên berfireh bên meşandin. Di vê mijarê de piştgiryê bidin hêzên berxwedêr ên herêmî.

Em wisan difikirin ku dîlên ku ji çeteyan û jinên ku hatin rizgarkirn ji civakê bên qutkirin û li navendên Ewropayê di ware tendirustî û derûnî de encamê bi xwe re naîne. Em bang dikin ku ji bo derbaskirina van rewşên xirap ên derûnî van navenda li ser xakên Êzidiyan bên avakirin wê encamên hê baştir bi xwe re bîne.”