Ji ber deynê qeyûm ê talanker eletkrîka MARSÛ hate birîn

DEDAŞ'ê deynê qeyûm ê talanker kir hincet û elektrîk li ser MARSÛ'yê birî.

DEYNÊN QEYÛM

Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’yê pompeya avê belavî navçeyên Mêrdîn, Artûklû û Qoserê dike birî. Ji bo birîna ceyranê 600 milyon lîre deynê dema qeyûm ê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) hate nîşandan. 
 
Bi ser karûbarên birîna ceyranê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Turk, bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtinek pêk anî. DEDAŞ’ê piştî hevdîtinê, birîna ceyranê da sekinandin. Bi vê yekê belavkirina avê ji nû ve hate domandin.  
 
Rayedarên MARSÛ’yê diyar kirin ku di dema qeyûm de MARSÛ 384 milyon 700 hezar lîre deyn hiştine û bi bîr xistin ku ji ber ev deyn nehatine razandin, faîza ketiye ser deyn ev deyn gihiştiye 600 milyon lîreyan. Hat destnîşankirin ku ji ber deynê heyî, her roj nêzî 500 hezar lîre faîz tê ser deyn.