Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku di êrîşa artêşa Tirk a li dijî gundê Mer’naz a girêdayî herêma Şehba de Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Efrînê Delîl Xilnêr jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku dewleta Tirk a destkeftiyên şoreşa Rojava hezm nake, sînorên Rojava binpê dike, axên wê dagir dike û sivîlan qetil dike.
Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku herî dawî 28’ê Gulana 2016’an di encama topbarana artêşa Tirk a li hember gundê Mernaz a girêdayî herêma Şehbayê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Efrînê Delîl Xilnêr jiyana xwe ji dest daye, got: “Şehîd Delîl di operasyonên rizgarkirina Efrînê de di çeperên herî pêş de bûye xwedî seknek wêrek û fedaiyane.
Em wek YPG’ê bejna xwe li ber bîranîna hevrêyê xwe Delîl Xilnêr ditewînin. Em diyar dikin ku ji bo layiqî xeta têkoşîna wî bibin heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Nasnameya endamê Meclîsa Leşkerî ya Efrînê ya YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Delîl Xilnêr
Nav û Paşnav: Cemîl Ebdo
Cihê Jidayikbûyînê: Efrîn / 1980
Navê Dayik: Fatima
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Mer’naz, Şehba, Efrîn / 28-05-2016