Em bimirin jî yê serketî dîsa em in!

Ev şer ne şerekî dadmend e; li dijî teknîka pêşketî ya TSK’ê em tenê bi keleşan in. Dijmin hêza xwe ji teknîka xwe werdigire. Ev rewş nîşan dide ku dijmin têk çûye. Bi vî rengî em bimirin jî yê serketî û serfiraz em in.

"Li her derê şopa guleyan, rokêtan. Mal bi mal, ode bi ode, pencere bi pencere ji xwe re dikin hedef. Heta niha di van êrîşan bi ser malan de zor li me bûbe jî windahiyên me çênebûn. Ev malên kavil jî li dijî dijmin berxwedêr in" Şerê li Şirnexê ev vegotin bi awayekî fesîh dibêjin.

14’ê Adara 2016’an, saet 23.00’an piştî ku qedexeya derketina derve li Şirnexê hate ragihandin di navbera ciwanên Kurd û hêzên dewleta Tirk de şerekî giran dest pê kir. Şirnex ku her roja wê bi berxwedaneke bêhempa derbas bû, dastanên nû li dîroka Kurd dinivîsand. Dîrok li gel şerê ne dadmend jî berxwedan Kurdan a ji azadiya xwe nedihatin xwarê dinivîsî.

Em tiştên ku qewimîn e, roj bi roj ji rojnivîska fermandara YPS JIN Zeryan Denîz Amed dixwînin…

14 Adar 2016, 23.00, Berxwedan Şirnexê dest pê dike..

Qedexeya derketina derve dest pê kir. Îro li ser hev anons hatin kirin.

Ez pir rehet  im. Dema ku ji hevalan veqetiyam xemgîn bûm. Lê bi awayekî xurt me xatir ji hev xwest, em hemû berpirsyariya ku dîrokê li me bar kiriye bi serketî em ê bi cih bînin. Şoreşger di demên wiha de xwe diyar dikin. Di demên dijwar de her kes xurt e. Milîtanî di serdemên giran de diyar dibe.

ROJA 2. A BERXWEDANÊ

Şevê dî saet 23.00’an qedexeya derketina derve dest pê kir. Piştre top, hawan.. Li Şirnexê dengê giran ê çekan tê. Li bajêr dixin. Heta sibehî wiha dom kir.

Îro mij û moran û bareke jidiyayî heye. Sibehî min li cîhaz nerî. Bihîstana dengê hevalan moralê dide. Me tekmîla xwe da. Li her taxê xistine.

HÊVÎ YE YA RONKAYÎ

Beriya niha konveyeke dirêj hat. Wesayitên zirxî hene. Derbasî Çakir Sogutê bûn. Çend wesayitên zirxî jî hatin taxa Omerkoy. Li malan digerin, li wan direşînin, wan diteqînin û dişewitînin. Dûxan bilind dibe. Li talanê Kurdistanê dixin. Elektrîk qut bû. Niha Şirnex tarî ye. Hêvî ye ya ronkayî. Ronkahiya hundirê me ye. Ew hêviya ku tim bi me re ye.

ROJA 4. A BERXWEDANÊ

Ev teqîn wê kengî bidomin, li ser hev li bajer dixin. Em carinan em xilas dibin. Li gel her tiştî jî ev jî bila ji dijmin re bibe kul û derd. Îro xwestin têkevin taxê. Dema ku deriyê malekê bi zorê dişikandin me ew dîtin. Şer çêbû. 2 kes ji wan mirin. Piştre dane ber tangan.

NEWROZA ME

Îro ji sê aliyan ve dijmin êrîş anî. Li taxa Îskernder şer giran bû. Bêrîvan birîndar bû. Şer didome. Hevalê Hekîm agahî şandiye. 2 heval şehîd ketine. Baz û Mazlûm şehîd bûne.

EZ Ê DEV JI DÎCLEYÊ NEQERIM

Êrîş berdewam dikin. Mal û bînahiyan bi ser me de dirûxînin. Her mal bûye kavil. Ji zexta hewayê xwîn ji devê min, bêvila û min guhê min hat. Tenê ji bo ku kes bibandor nebe li ser piyan im. Lê ez baş im. Dijmin her roj hinekî dî bi pêş ve diçe. Hevalê Hekîm şehîd bûye. Ciwan di bin bandorê de mane. Lê ez ê dev ji Dîcleyê neqerim. Çi dibe bila bibe. Şer pir giran e. Lê tang û topan lêdixin.

EM Ê DEST BI ÊRÎŞA AKTÎF BIKIN

Îro me birîndar derbas kirin, hinekî dilê min rehet bû. Ji ber ku şertên tedawîkirinê nîn in. Hevalên ciwan û zor li wan dibe ez ê bibim, ku derfet hebin. Ji niha û pê de em ê dest bi êrîşa aktîf bikin. Komên ku mane bêhtir dikarin bikin.

EM BIMIRIN JÎ SERKETÎ EM IN

Şirnex bi temamî di nav tariyê de maye. Bi şev bi roniya gule û hawanan ronî dibe. Yek bi yek li hemû malan dixin. Ji niha ve Şirnex bûye kavil. Ev şer ne dadmend e; li dijî teknîka pêşketî ya TSK’ê tenê keleşên me hene. Bi tang, Kîrpî, Kobra û bi temamî bi wesayitên zirxî bi ser me de tên. Dema ku carinan dadikevin jî bi dengê guleyekê direvin. Dijmin hêza xwe teknîka xwe digire. Ev rewş nîşan dide ku dijmin têk çûye. Bi vî rengî ku em bimirin jî ê serketî em in.

Sekvan li malan bi cih bûne. Li malan qulikên biçûk vedikin û êrîş dikin. Ev qasî tirsonek in. Ji doh ve tenê bi çekên giran êrîş dikin. Me ji cîhazê bihîst ku hevala Gulan û koma wê şehîd bûne. Bi birîndarî şehîd bûne. Hate gotin ku fûze bi kar anîne. Kitekitan nizanim. Ji ber şehîdbûna wan valahiyeke çêbû û ji bo vê me bi plansaziyeke nû ev valahî dagirt.

Niha cenazeyên hevalên şehîd li erdê ne. Derfetên me nîn in ku em wan veşêrin. Baz, Hekîm, Jiyan, wiha li erdê dirêjkirî ne..Û îro salvegera şehîdbûna Gulê ye, ez xwe dispêrêm pîrozbûna şehîdan.

ROJA 12’AN A BERXWEDANÊ, TIM BI SERKETINÊ Û SERFIRAZIYÊ…

Îro derfeteke biçûk çêbû û çûme taxa pêşber. Çûme Cumhuriyetê. Hemû rûyên ku min ew dîtin bi devlkenî ez pêşwazî kirim. Min bêriya hemûyan kiribû. Bêyî ku bibêjim ev jin e, mêr e, min hemû yek bi yek hişk hembêz kirin. Herî pir pêdiviya min bi Helenayê hebû. Lê dema ku ez hembêz kirim giriya. Heta ji min hat min hewl da xweragir bim û moralê bidimê. Her ku min hevalek hembêz dikirin, kelagirî bi min re çêdibû. Rast bibêjim, qet min texmîn nedikir ku rojekê wan bibînim.

GULAN QET HEQ NEKIRIBÛ

Cihê ku Gulan lê şehîd bûyî, di wir re çûm. Tam kavilek bû. Gulan şehîdbûna bi vî rengî qet heq nekiribû. Cihê xwe xwe lê vedişartin, min li wir nerî. Çavê min tim li Rengîn û Diyar digeriyan. Min ji herduyan jî pir hez dikir. Lê nîn in. Ez çûme heta bi taxên Îsmet û Gazî Paşa. Min pir bêriya Reşo û Sarya jî kiribû. Li ser piyan em hinekî axivîn.

LI KONWOYA WALÎ XISTINE

Sibehê çawa ku min çavê xwe vekir, agahiya birîndarbûnê heye. Hevalê Agir birîndar bûye. Me çû ew anî. Vê carê girantir e, lê hevrêyekê xweragir e, tedawiya wî hate kirin.

Hate gotin şevê dî li Çakir Sogut’ê xistine. Qey ji Besatê lêxistin. Moral bi her kesî re çêbûye. Li konvoya walî jî xistine. Lê em encamê wê nizanin.

POLÎSEK HATE KUŞTIN

Îro roja pêşî ya Nîsanê ye. Dîsa êrîşeke giran heye. Hindik dimîne ku ji dûxanê bifetisim…Hundirê me li bin guhê hev dixe. Dîsa jî baş im.

Vê carê tang çûne pêşberî me. Demhat, zarokê mêrxas bi B-7’ê lêxist. Tang bi paş ve vekişiya. Her kesî moralek stand. Dijmin xwest bi mertalan bi pêş ve biçe. Polîsek hate kuştin.

ÎRO ROJBÛNA ME YE

Îro rojbûna Rêber Apo ye. Îro rojbûna me ye. Em hemû, mirovahî îro hate dinê. Lê em nikarin pîroz bikin. Em nikarin şitla deynin. Di dilê xwe de ez ji Rêbertî re bêrîkirinê, hêviyê diçênim. Bi bi şînatî şîn were.

Hevalan ji gelek aliyan ve lastîk vêxistin. Dûxaneke reş bilind bibe ji taxan.

Îro pir hişk li bajêr xistin. Piştî nîvro qet nesekinînn. Hin dever ripîrast bûn.

Moralê hevalan pir baş e. Ji ber ku çalakî kirine. Duh li kepçeyê xistine. Rozerîn û Avareş siûqast li wan kirine. Avareş jî xwe daye hev. Kêfa min bi vê hat. Îro li d utangan xistin. Her kes diken. Berêvarî Sefkan û Erdan hatin aliyê me. Her kes baştir û xurtir xuya dike.

PARÇEYEK JI CANÊ MIN ÇÛ

Me xweş dest bi rojê kiribû. Bi carekê re bi qêrîna Sefkan em rabûn ser xwe. Me çû deng lê kir. Demhat bi giranî birîndar bûye. Rê pir hene lê em nikarin biçin. Bi Rozerîn em beziyan û me xwest em biçin hêla Cumhuriyetê. Lê beriya ku em bigihijin bi 20 deqeyan Demhat şehîd bûbû. Sekvanên wan li bin dilê wî xistibû. Şehîdbûna Demhat bi min pir giran bû. Çawa ku min bihîst min çok danî. Min dixwest bi îskeîsk bigirîm lê derfeta vê nebû.

Piştre em çûne cem hevalan. Ji ser rûyê me jixwe hate fêhmkirin. Herkes êşiya. Min qet Demhat ji bîr nekir. Ew ciwanê fedaî qet ji bîra min neçû. Weke ku ji can êmin parçeyek çûbe.

Keşfê em girtin, bi saetan em sekinîn. Guhê me li erdê em wiha man. Pir hişk li bajêr dixistin. Îro ji cîhaz min bihîst ku Zinarê ciwan şehîd bûye. Li taxa Îsmet Paşa şehîd bûye. Digotin Zinar pir wêrek bûye. Dema dawî wexta ku ez çûm min ew nedîtibû.

Êvarî hişê min tim li  Taxa Dîcleyê bû. Pir tund li wir dixistin.

MAL JÎ LI DIJÎ DIJMIN LI BER XWE DIDIN

Ev heftiyeke ku pir zêde bombe dikin. Hemû teknîkê bi kar tînin. Gelek çekên giran, hawan, obûs, bombeavêj û hwd. Her dever dişewite. Li her her derê şopa gule û rokêtan. Mal bi mal, ode bi ode, pencere bi pencere ji xwe re dikin hedef. Heta niha di van êrîşan bi ser malan de zor li me bûbe jî windahiyên me çênebûn. Ev malên kavil jî li dijî dijmin berxwedêr in..

ROJA 27’AN A BERXWEDANÊ

Êdî ji xalîbûna berê sibehê em sûd werdigirin û xebatan birêxistin dikin. Me hevalên heyî weke du koman birêxistin kirin. Hevalê Yunus û Avareş berpirsê komê ne. Êrîş wê li vê xetê binere. Piştî axaftina bi cîhaz êrîşeke giran dane destpêkirin. Ji hêla xeta Bijîşkê Diranan, ji hêla kolanê ve bi ser me de hatin. Tang û wesayitên zirxî hene. Demekê pir êrîş kirin. Me rewşa her kesî li gorî rewşa cihê şer rast kir.

Me demekê firsend dît ku biçine cihê hevalê Rozerîn û Mahîr. Pir bi ser vê xetê de dihatin. Ji hewaya dewisî mirov dihejije. Min hevalê Kamûran dît. Rewşa giştî yek bi yek got. Min pirsa şehîdbûna Zinarê biçûk kir. Pêşî birîndar bûye û piştre bombe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye. Dema ku hevalan pê derxistine, di devê wî de pîm, wilo parçebûyî dîtine. Heval Gelhat jî bi giranî birîndar bûye. Çavekî wî nemaye. Wî jî bombe xwestiye.

Ev rewş li min pir giran tê. Zinar pir biçûk bû lê dilê wî pir mezin bû. Hevalê Gelhat jî pir nirxdar e.

ROJA 28’AN A BERXWEDANÊ

Piştî çend rojan em ê cenazeyê hevalê Demhat veşêrin. Bi heval Baran re em çûn li cenazeyê wî, li birîna wî binêrin. Bi min gelekî zor bû ku li cenazeyê Demhat binêrim, lê dîsa jî min lê nihêrî. Şopa fîşekê li pişta wî hebû. Lê belê birîna li binê dilê wî gelekî fireh bû. Cihê birînê jî şewitî bû. Me ew jî li cem kurê leheng Diyar spartin axê.

JI DIJMIN 4 KUŞTÎ HENE

Piştre dijmin hewl da ji çend cihan bikeve nava herêmê. Dengê dijmin bi hêsanî dihat. Axaftina wan dihat fêhmkirin. Me çawa firsend dît, me li wan dan. Li hin cihan şer qewimî. Li cihekî 4 miriyên wan hene. Ji aliyê din, me agahiyeke zelal bi dest nexist. Bi rengekî qismî xwe vekişandine. Lê mirov dibêje qey, li maleke ku em lê ne serdest bûn, bi cih bûne. Bêguman me hê zelal nekirine. Hema guleyan li derdorê direşînin. Berê, şev bêdeng bû. Êdî ew bêdengî bi şev jî nîne. Bi şev jî gelekî êrîş dikin.

Piştî Dîcleyê, giraniya şer derbasî taxa Cûmhûriyetê bû. Dixwazin cih li me teng bikin û bi vî rengî têk bibin. Aliyekî malekê jî bikeve destê wan, ev yek wateyeke xwe heye...

SOZ; EZ Ê RANEZÊM, EZ Ê BIJÎM Û LÊ BIDIM

Bêdengiyek heye. Ev bêdengî min ditirsîne. Em çûn, me çend cih kontrol kir. Botan hat û mizgînî da. Ewqasî kêfxweş bû, tam li 6 heban dabûn. Me hê nîqaş dikir. Hevalê Sîpan hat, wî jî yek xistiye xwarê. Dûre em ketin nava sohbeteke kûr. Botan (Zerdeşt) gelekî ji dil dikeniya, ku beriya niha min kenekî bi vî rengî li ser rûyê wî nedîtibû. Ji bo kontrolkirinê çûm xetê. Min, Bextiyar, Zana, Sîpan li hedefên dijmin dinêrîn. Bextiyar jî yek li aliyê Tataran danî xwarê. Piştî bi rojan, bi destê Sîpan min xwarina soryaz xwar. Botan bi bezê hat. Dengê kepçeyê dihat. Got, em lê binêrin. Halbûkî me nû kontrol kiribû. Min got, 'Temam, em biçin'. Zana û Botan derketin. Hawan avêtin. Bi dengê teqînê re me cihê xwe guherand. Me gavek avêt. Deng ji Botan hat û got 'Zeryan'. Li erdê bû. Çawa ku min ew ji erdê rakir, got 'Bijî Serok Apo'. Di nava xwînê de ma bû. Min li birîna wî nihêrî. Giran bû. Her devera bedena wî perçe bûbû û xwîn jê dihat.

-Zeryan, hay ji hevalan hebe.

5 ya jî 6 caran ev dubare kir.

-Ez şehîd bibim jî bila Cûmhûriyet nekeve.

-Soz ez ê ranezêm, ez ê bijîm û li wan bidim.

Dilê wî êdî hêdî lê dida. Bedena wî sar bû. Piştre şehîd bû...

Destên wî ku destên min şidandibû, sist bû. Piştre hevalê Mûstafa hat û me ew li betaniyê pêça. Sîpan mîna zarokan digiriya. Tevî ku min nekarî rondikên xwe bisekinînim jî, ez sekinîm.

Zana jî yekser şehîd bûbû. Çavên wan vekirî, bedena wan bê ruh bûn li erdê. Em çûn, me ew anîn. Perçeyekî mezin li pişta wî ketibû û yekser şehîd bûbû. Me ew jî li betaniyê pêça. Di bêrîka wan de nivîs derket. Me ew û Botan li kêleka hev, ku li betaniyê hatibûn pêçandin, hiştin. Firsenda me nebû ku em îro wan veşêrin. Me ji sibê re hişt. Berçem dema dît, gelekî bi tesîr bû. Bi rastî jî vî şerî her tim ê herî baş bi xwe re dibir. Fîşekê dizanîbû li kê bikeve. Ez hatim cihê Bextiyar. Koma Rozerîn li ajokarê kepçeya zirxî xistiye. Û wekî din Botan (Jin) a ji Mexmûrê sûîqest kiriye. Bi moral hatin, agahî dan. Haya gelek hevalan ji şehadetê tine bû.

Niha ez, Sîpan û Bextiyar bi hev re ne. Bandor gelekî li Sîpan bû. Bextiyar mirovekî xurt e...

LI WELATÊ MIN CAN ŞIL DIBIN

Baranê bi ser me de girt. Bêhna axê nayê. Bêhna barûda şilt ê. Bêhna xwîna şil. Bêhneke sosret di her derê geriyaye. Serê min diêşe.

Baran dibare.

Li welatê min can şil dibin..

Baran dibare.

Li ber çavê min hevalê min şil dibe..

Reşo ev bi rojan e li erdê ye û şil dibe..

Rûzgar li erdê ye, şil bûye..

Li vî welatî baran cenazeyên ku destûr nayê dayin werin rakirin, şil dike..

ROJA 30’Î YA BERXWEDANÊ

Êdî derfeta min çênabe ku binivîsim. Şer pir giran e. Ji her alî ve êrîşê tînin.

Îro li taxa Cumhuriyetê 3 bînahiyên stratejîk bi dest xistin. Alaya Tirk pê ve daleqandin. Dengê axaftinan tê. Piştî ku me ferq kir em tevgeriyan. Me ji her alî ve bi êrîş bire ser wan.

Îro tevahiya rojê şerbû. Tim em li ser piyan bûn. Bê rawest em dibeziyan û me heval kontrol dikirin. Êdî bi rehetî em nikarin bi xeta Gonenler û Rozerîn re têkiliyê deynin. Çûnûhatin pir rîsk e. Her kes ji cihê xwe ve hewl dide êrîşan bişkîne. Dijmin hinekî bi paş ve gav davêje. Piştre dîsa xwe komî ser hev dikin û tên. Hemû hêza xwe ji teknîka xwe distînin. Ku ne ji van zirxan bûya dijmin nedikarî bi pêş bikevin.

DRONÊ HATE ŞIKANDIN

Em encama şerê îro nizanin. Droneyek hate şikandin. Sara ew şikand. Heval Rozerîn li kepçeya zirxî xist.

Cihê ku em lê ne pêşberî cihê dijmin e ku lê dimînin. Dengê me tevlî hev dibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA