Dîmenê eniya şer a li Zapê

Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê qada şer kişand ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şerekî giran lê diqewime. Serhat li ser wan giran qala hewldanên dagirkeriyê yên leşkerên Tirk kir.

Artêşa Tirk ji 17'ê Nîsana 2022'an û vir ve li ser Zap, Metîna û Avaşînê ji hewa û bejahî ve dest bi êrîşên dagirkeriyê kiriye. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi rengekî dîrokî li ber van êrîşan radibin. Rojnamevan Kûrtay Serhat ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, li gel şert û mercên giran jî dîmenê eniya şer kişand.

Kûrtay Serhat dîmenê Girê Hakkarî, Girê Şehîd Akîf, Girê FM heta bi Ava Zê, qadên Şehîd Mazlûm, Şehîd Leşker û Girê Cûdî kişand û got, "Ez niha bi gerîlayekî HPG'ê re me, ji bo kincên me yên sivîl balê nekişîne me kincê kamûflajê yê gerîla li xwe kir û em rewşa şer dişopînin."

DÎMENÊ KONÊN LEŞKERÊN TIRK KIŞAND

Kûrtay Serhat anî ziman ku li ser Girê Hakkarî yê li hemberî wan yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hene û li ser rewşa şer a ku dîmenê wê kişand ev agahî parve kir:

"Hûn niha Girê Hakkarî dibînin. Li ber wê jî Girê FM heye. Li vê derê jî îro gelek teqîn çêbûn, dengê şer hebû. Ev rêze gir dewam dike û dibe qada Şehîd Mazlûm. Jê wêde jî Girê Şehîd Nalîn heye. Mirov dikare leşkerên Tirk ên li vê derê bi cih bûne bibînin. Beriya niha hêzên gerîla avêtin ser vî girî û artêşa dagirker derbên giran xwaribû. Bi heman rengî leşkerên Tirk li ser Girê FM jî bi cih bûye, li vê derê jî têne dîtin."

Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê Girê Şehîd Leşker jî kişand ku di roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê de artêşa Tirk leşkerên xwe lê danî û diyar kir ku li ser gir konên leşkeran hene. Kûrtay Serhat ragihand ku leşkerên Tirk ên li rêzegirên Kurojahro hatin dorpêçkirin çend roj berê windahiyên giran dan û destnîşan kir ku li herêma Kurojahro ya ku ji bo herêmê cihekî stratejîk e, liv û tevgera leşkerî hîn jî dewam dike.

LEŞKERÊN TIRK LI DERDORÊ REŞANDIN

Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê teqînên li ser Girê FM jî kişand û got, "Niha jî tê bihîstin ku hin ji hêzên gerîla bersivê didin leşkerên Tirk."

Kûrtay Serhat dîmenê gulereşandina hêzên gerîla ya li helîkopterên artêşa Tirk jî kişand û têkildarî vî şerî jî ev agahî parve kir: "Em dibihîzin ku gerîla bersivê didin leşkerên Tirk. Bêguman nikarin tespît bikin bê gerîla li ku bi cih bûye û hema li derdora xwe direşînin. Ev rewş hema bêjin her roj bi vî rengî ye. Bêguman em dikarin vê jî bibêjin; gerîla fîşekên welê bi kar tînin ku şopê li pey xwe nahêlin. Ev jî karê artêşa dagirker zehmet dike."