BI DÎMEN

Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Guze Kurkê

Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqola Guze Kurkê ya li Şirnexê weşand, ku di vê çalakiya roja 6'ê Îlonê de 11 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî dabû: Roja 6'ê Îlonê saet di 12:00 de hêzên me li dijî qereqola Guze Kurkê ya li Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî nuqteyeke leşkerî ya ji 3 giran pêk dihat, hat kirin. Gerîlayên me bi rengekî fedayî ketin çeperan, bi çekên RPG-7 û bombeyan lê dan. Li vir 3 çeper û nîzamiye ketin kontrola gerîlayên me. Her wiha Tank û wesayîta zirxî ya li gir jî hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 11 leşker hatin kuştin. Dîsa, 3 MG-3, 1 BKC, 1 HK-33, 2 G3 û 1 bombeavêj hatin desteserkirin, lê ji ber hevalê me yê birîndar hebû, çek li qada çalakiyê hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 5 gerîlayên me jî şehîd bûne. Agahiyên têkîldarî gerîlayên me yên şehîd wê piştre bêne ragihandin."