Peyman Viyan: Ji bo bicihanîna biryarên kongreyê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryarên kongreyê wê bi hemû hêza xwe bixebitin.

PJAK’ê bi beşdarbûna hemû saziyên xwe kongreya xwe ya heftemîn bi dirûşma “Em ê bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê Kurdistanê Azad Bikin û Neteweya Demokratîk Ava Bikin” lidar xist. Di kongreyê de hevserokên PJAK’ê hatin guhartin û endamên nû yên meclîsa PJAK’ê jî hatin hilbijartin Li gorî bername û rêziknameya PJAK’ê, PJAK her sê salan carekê kongreya xwe lidar dixe û kongre bilindtirîn organa biryardanê ya PJAK’ê ye. Kongre bi hilbijartina desteya rêvebirinê û diyarkirina bernameyê û bi axaftina Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî destpê kir. Siyamend Muînî salvegera damezrandina PJAK’ê û Newroza 2024’an li gelê Kurd, li rojhilatê Kurdistanê, li malbat û xizmên şehîdan û li têkoşerên azadiyê yên li seranserî Îranê û li zindaniyên siyasî û li hemû wan hevalan pîroz kir ku bi dirêjahiya temenê PJAK’ê ked dane.

Siyamend Muînî amaje bi qeyran û aloziyên navneteweyî û herêmî kir û got: “Rol û erkeke giran li ser milên partiya me ye. Guherîn bi lez çêdibin. Pêwîstiya partiya me bi têkoşîneke xurt a îdeolojîk û bi têkoşîneke hevgirtî û rêkxistî û bi rêveberiyeke bihêz û bi kadroyên fikrî û siyasî yên bihêz heye da ku bikare ji vê qonaxê re bibe bersiv. Çinku PJAK û kadroyên wê dîrokê dinivîsin.”

Muînî di axaftina xwe de da diyarkirin ku derfetên guncaw li ber destan in û got ku em dikarin ji gelê xwe re serkeftinê misoger bikin.  Siyamend Muînî her wiha behsa şoreşa jin, jiyan, azadiyê jî kir û got: “Wek PJAK me nekarî em di nav van du salên şoreşa jin, jiyan, azadiyê de rêxistinbûneke baş û pêşengiyeke serkeftî bikin û em ji vê hêlê ve rexnedayîna xwe didin û Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn bi destnîşankirina kêmasiyan û bi plan û projeyeke bihêz ji bo sê salên siberojê dê armancên şoreşa jin, jiyan, azadiyê bidomîne.”

Siyamend Muîndî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em soz û peymana xwe ji bo xizmên şehîdên şoreşa jin, jiyan, azadiyê dubare dikin û em ê ji bo armancên şoreşê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Di berdewamiya bernameya kongreyê de rapora Desteya Hevserokatiyê hate pêşkêşkirin. Di raporê de behsa kar û xebatên çar salên dawî yên PJAK’ê hate kirin û îşaret bi kêmasiyên di van çar salan de hate kirin.

Di berdewamiya nirxandinên Kongreyê de şehîdên têkoşîna azadîxwaziyê ya PJAK’ê hatin bibîranîn û behsa ked û xizmeta hemû kadro û xebatkar û gelê Kurd a bênavber hate kirin ku. Soz û peymana li gel Rêber Apo û hemû şehîdên azadîxwaziyê yên gelê Kurdistanê hate dubarekirin ku heta azadî û civakeke demokratîk ew ê têkoşîna xwe bidomînin û soz hate dayîn ku ew ê hemû astengiyên li ser rêya xebat û têkoşînê bi ruhekî Apoyî derbas bikin.

Di nirxandinên Kongreyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe rûpelên nû ji bo têkoşîna azadîxwaziyê vekirine û lewma  modernîteya kapîtalîst û sîstema netewe-dewletê û paşverûyên navxweyî bi hevkariya hev li dijî Abdullah Ocalan Apo komplo lidar xistin û ji hêla fizîkî ve Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de dîl girtin û wisa fikirîn ku ew ê fikir û felsefeya azadiyê dîl bigirin û di dawiyê de ji nav bibin. Hate gotin, lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de karî paradîgmaya azadiyê pêş bixe û cemawerî bike û bi milyonan kes bibin dengê fikirên azad ên Rêber Apo. Lewma pêwîst e wek erkeke exlaqî, siyasî û mirovî her kesayetiyeke azadîxwaz bibe dengê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fizîkî ya Oclaan di kampanyaya azadiya fizîkî de cih bigire. Divê em wê yekê jî bizanin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd û aramiya li herêmê. Heta Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, herêm aramî û azadiyê nabîne.

Di berdewamiya nirxandinan de behsa qonaxa heyî jî hate kirin û amaje bi wê yekê hate kirin ku gelê Kurd  û tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurd di qonaxeke dîrokî ya hestyar re derbas dibin û guherîn bi lez çêdibin. Ji bo ku em li hember guherînên herêmê, li hember astengiyên vê qonaxê û li hember projeyên neyarên azadiyê, ji paşverû û xwefiroş û nokerên navxweyî bigire heta planên modernîteya kapîtalîst bi awayekî zanistî û şoreşgerî erka xwe pêk bînin, divê xwendineke radîkal û stratejîk bê kirin.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEM JI HÊLA AKTORÊN CUDA VE LI NAVENDA KURDISTANÊ TÊ BIRÊVEBIRIN

Modernîteya kapîtalîst bi nêrîneke emperyalîst û bêexlaqtir her tim ji bo bidestxisgtina kapîtala zêdetir û destkeftên siyasî, aborî, stratejîk û jeopolîtîk li herêmê milmilaneyên bêwîjdan dimeşînin. Globalîzm bi sûdwergirtina ji medyaya dîjîtal û hemû keresteyên serdemê dikeve nav mêjî û jiyana kesan û dixwaze bi normên xwe teşe bide karektera mirovahiyê. Bi gotineke din çand û şêwejiyaneke biyanî bi ser civakê de ferz dike. Şerekî berfireh di hemû qad û waran de tê meşandin. Şerê Cîhanê yê Sêyem ji hêla aktorên cuda ve li navenda Kurdistanê tê rêvebirin.

Di kongreyê de li ser rewşa dewleta Îranê niha nirxandin hatin kirin û hate gotin ku Îran wek aktoreke serekî roleke wê ya karîger di guherînan de heye. Têkildarî mijarê ev nirxandin hate kirin: "Îran bi sûdwergirtina ji rêbaza şerê wekaletî karî heta radeyekê armancên xwe di milmilaneyên navneteweyî û herêmî de pêk bîne û bi awayekî çalak beşdarî vî şerê wêranker dibe û hewl dide ku jiyana xwe ya siyasî û hegemonî li herêmê bihêle. Siyaseta Îranê ya derve di çarçoveya şerê wekaletî û mijûlkirina zilhêzên cîhanî de bûye û di nav Îranê de jî yekdestkirina desthilat û serkutkirina gel a bêwîjdanane bûye.  Ji ber van sedeman û ji ber komek sedemên din me dît ku li Îranê her tim li dijî desthilatdariyê serhildan hebûye.

Di heman demê de li ser şoreşa jin, jiyan, azadiyê hate gotin ku şoreşa jin, jiyan, azadiyê îradeya gelên Îranê ya ji bo azadiyê nîşan da. Her çend desthilatdarên Îranê bi şêwazên gelek hovane li hember vê şoreşê sekinîbin jî, lê pêwîst e ev şoreş wek ronesanseke fikirî bê dîtin û bi awayekî stratejîk li ser nirxandin bê kirin. Em dikarin bibêjin ku desthilatdarên Îranê heta dawiyê nikarin gelên Îranê li qeyd û zincîran bidin û serkut bikin. Di dawiyê de ji ber qeyrana aborî, civakî, siyasî, dîplomasî û ji ber gelek sedemên din êdî nikare gel serkut bike û dawiya wê wek hemû dîktatorên dîrokê dibe û dikeve nav zibilgeha dîrokê."

Di kongreyê de têkildarî yekgirtîbûna gelê Kurd û tunebûna yekrêzî û yekgirtîbûnê û rewşa siyasî nirxandin hatin kirin ku sedemên dîrokî ji bo yekgirtînebûna gelê Kurd hene. Bi hevkariya modernîteya kapîtalîst ji hêla desthilatdarên netewe-dewletê ve enerjiya gelê Kurd bi mebest hatiye belavkirin. Xwefiroşî û welatfiroşî di dîroka Kurdistanê de wek tavê ye, rê li ber hêza pêşkeftinê girtiye û bûye amûrek di destên sîstema dagirkeriyê de li Kurdistanê. Ew xiyanet ji hêla malbata Barzaniyan ve tê normalîzekirin û bi navê Kurd û Kurdistanê bi awayekî sexte enjekteyî civaka Kurd dikin. Ev malbat ji bo tesfiyekirina ruhê şoreşgerî yê gel û partiyên siyasî yên Kurdistanê wek amûrekê ji kanalên Partiya Demokrat a Kurdistanê û ji hevkariya sîstema netewe-dewletê û ji dagirkerên li ser Kurdistanê sûdê werdigire. Lewre yekgirtîbûna gelê Kurd li hember vê yekê baştirîn vebijêrk e û derfeteke zêrîn e û dikare hemû plan û metirsiyên li ser gelê Kurd pûç bike û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê misoger bike.

MALBATA BARZANIYAN Û HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ BEŞDARÎ TESFIYEKIRINA PARTIYÊN ROJHILAT DIBIN

Di kongreyê de behsa wan metirsiyan hate kirin ku li hember gelê Kurd hene û hate diyarkirin ku dagirkerên Kurdistanê bi pêşengiya Îran û Tirkiyeyê û bi hevkariya malbata Barzaniyan hewl didin tevgera azadîxwaziyê ya Kurdistan tesfiye ibkin û Kurdan bê parastin bihêlin. Plan bi giştî li ser tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybetî li ser lawazkirin û teslîmgirtina îradeya PJAK’ê ya polayî ne. 

Di vê çarçoveyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku planên Tirkiye û Îranê yên hevbeş li dijî tevgera azadîxwaziyê ya Kurdistanê hene. Dewleta Îranê hewl dide ku partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi awayekî siyasî û dîplomatîk bê bandor bike û ji bo vê yekê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û bi taybetî bi malbata Barzaniyan re têkiliyê datîne û dixwaze vê planê bixe pratîkê.

Di berdewamiya nirxandinan de behsa siyaseta Tirkiyeyê ya faşîst hate kirin û hate diyarkirin ku ev dewlet li ser qirkirina gelê Kurd rijd e û armanca Tirkiyeyê dijayetîkirina hemû destkeftên gelê Kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê. Lewma rojane dewleta Tirk a faşîst bi dronan êrişî hêzên PJAK’ê dike û dixwaze rasterast xizmeta Îranê bike. Hevkarî û dijayetiya Tirkiye û Îranê ya li ser pirsa Kurd di dîroka gelê me de ne tiştekî veşartî ye, bi hemû hêza xwe li dijî her cure mafekî demokratîk ê gelê Kurd rawestiyane.

Di kongreya PJAK’ê de li ser rol û berpirsyariya PJAK’ê nirxandin hatin kirin û hate destnîşankirin ku pêwîst e PJAK bi awayekî girseyîtir û bihêztir xwedî li şoreşa jin, jiyan, azadiyê derkeve ku çavkaniya wê fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo vê yekê ji bo ku nirxên şoreşê bêne parastin, PJAK pêkanîna eniya gelan a demokratîk û yekîtiya gelê Kurd dike armanca xwe ya têkoşînê û ji bo vê yekê asta têkoşîna xwe bihêztir dike û di heman demê de ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîzekirina Îranê têkoşîna xwe ya rewa pêş dixe. Ji ber vê yekê jî PJAK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li rojhilatê Kurdistanê xwedî proje û bernameyeke taybet e û bi projeya xwe ya xwerêveberiya demokratîk û konfederalîzma demokratîk dixwaze hemû pirsên kombûyî yên navxweyî yên Îranê çareser bike û dixwaze gel xwe li ser esasa xwerêveberiya demokratîk rêxistin bikin. Girîng e ku têkoşîn bê kirin ku fikir û felsefeya Apoyî bigihîje hemû beşên din ên Îranê. Di vê çarçoveyê de di kongreyê de hate diyarkirin ku ev kongre kongreya guherînê ye û di heman demê de dibe gaveke bihêz ji bo ku PJAK xwe bigihîne gelên Rojhilat û Îranê.  

Di nirxandinên kongreyê de behsa rol û berpirsyariya ciwanan jî hate kirin û hate diyarkirin ku ciwan dînamoya tevgerandina civakê  ne û geşepêderên ruhê şoreşgerî û radîkalîzmê ne. Pêwîst e ciwan bi awayekî bihêz û girseyî xwe rêxistin bikin û sûdê ji potansiyela berfireh a ciwanên Rojhilat wergirin da ku ciwanên Rojhilat kanalîzeyî têkoşîna tevgera azadiyê ya Rojhilat bibin û li ser paradîgmaya Rêber Apo têkoşîna wan bibe navenda têkoşîna li dijî dîktatorî û dagirkeriyê.

Di beşeke din a kongreyê de behsa xebata medyayê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku divê ragihandineke bihêz bê avakirin û pêwîst e ragihandin her tim bê nûjenkirin û sûdê ji pêşkeftinên teknolojiyê û ji amûrên teknîkê yên nû wergire.

Her wiha têkildarî xebatên çand û hunerî jî hate gotin ku divê di beşa muzîkê de lêhûrbûn zêdetir bibin û divê dîroka muzîkê û çanda rojhilatê Kurdistanê baş bê zanîn.  Di nirxandinan de amaje bi hêza parastina rewa jî hate kirin û hate diyarkirin ku stûneke bihêz a tevgera azadiyê hêza parastina rewa ye. Erkeke dîrokî li ser vê beşa têkoşîna me ye û di hin qonaxên hestyar û dîrokî de dikare erka xwe bi awayekî pêk bîne ku bibe hêz û piştevan ji bo beşên din ên rêxistinkirinê. Di heman demê de divê parastina rewa bi şêwazên cuda xwe di nav gel de rêxistin bike û di demên pêwîst de ev beş erkên xwe bi awayekî çalak pêk bîne.

Di kongreyê de behsa xebatên PJAK’ê yên li Ewropayê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku xebata Ewropayê beşeke rêxistinbûna PJAK’ê ye û zemînekî nû piştgiriyeke xurt a tevgerê ye. Lewma pêwîst e girîngî bi xebatên diyasporayê bê dayîn.

HEVSEROKÊN ENDAMÊN MECLÎSA PJAK’Ê HATIN GUHARTIN

Piştî nîqaş û biryar û erêkirina programa kongreya borî û kongreya heftem, Emîr Kerîmî û Peyman Viyan wek hevserokên PJAK’ê yên nû hatin hilbijartin û endamên meclîsê yên nû hatin hilbijartin. Axaftina dawî ji hêla hevseroka nû ya PJAK’ê Peyman Viyanê ve hate kirin û kongre wek kongreyeke serkeftî bi nav kir û da diyarkirin ku wan di qonaxeke hestyar de kongreya xwe li dar xistiye û kongre li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê û li hemû gelên Îranê pîroz kir û soza wê yekê da ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo cihbicihkirina hemû biryar û bernameyên Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn tê bikoşin û kongre bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî”yê bi dawî hat.