Dadgeha Tirk doza komkujiya Vartînîsê betal kir

Dadgeha Tirk doza Vartînîsê betal kir ku di sala 1993'an de 9 kes hatin şewitandin û qetilkirin.

Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin.

Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin.

Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin. 
 
Şandeya dadgehê got ku bi ser demborînê re du meh derbas bûne û bi hinceta demborînê dosya betal kir.