Bi birîndaran re têkîlî qut in, ji derdora avahiyê dûman bilind dibin

Ji birîndarên li avahiyek li Taxa Sûr a Cizîrê ku ji duh ve 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 birîndar jî tê de asê mane, ji duh êvarî ve agahî nayê girtin, tê diyarkirin ku ji avahî û derdorê dûman bilind dibin.

Ji 23 birîndarên ku di avahiyek li Taxa Sûr a Cizîrê ku tê de 22 kes hatin qetilkirin ji duh êvarî ve agahî nayê girtin.

Ambûlansên piştî hevdîtina Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Walîtiya Şirnexê diviya duh êvarî biçiba taxê hê nehatiye şandin, gel ê danê nîvro hewl da birîndaran wergire jî rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat.
Tê gotin ku niha ji avahî û derdora wê dûmanên zêde bilind dibin.