BI DÎMEN

Beşdarvanên Komxebatê: Ku her kes bi bepirsyarî nêzîk bibe pirsgirêk wê çareser bibin

Siyasetvan û aktîvîstên ku tevlî komxebata Başûrê Kurdistanê bûyin, diyar kirin, komxebat ji bo Kurdan xwedî wateyeke dîrokî ye.

Beşdarvanan diyar kirin cara pêşiye ku ji hemû beşên Kurdistanê mirov li platformekê digihijin hev û bi aqilekî hevpar li rêyên çareseriyê digerin û wiha pê de çûn, ‘’Kurd bixwazin weke vê, hê xurtir jî dikarin werin cem hev. Ku ev pêk were Kurd wê bikaribin serdestî siberoja xwe bibin’’

 Beşdarvanên aliyên siyasî û rêxistinî yên ku beşdarî komxebatê bûn têkildarî komxebatê ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Westa Resûl: Bi ya min pir girîng e ku ev komxebata li Kerkûkê hatiye kirin. Ji ber ku van demên dawî, hûn jî pê dizanin li ser statûya Kerkûkê nîqaş hene.

Komxebata pir baş derbas bû. Hemû partiyên siyasî ramanên xwe bi azadî li platformekê diyar dikin. Bi ya min ev komxebat divê nîqaş bike bê ka piştî şerê li dijî DAIŞ’ê divê çi bikin û ev di encamnameyê de jî hebe. Piştî şerê DAIŞ’ê destkeftiya Kurdan divê ne tenê ew be ku xwe biparêze. Divê sînorên Kurdistanê, statûya wê diyar bibe. Bêhuma aştiya navxweyî girîng e. Teqez divê em li vê hûr bibin û rê û rêbaza rast bibînin. Lê divê em statûya xwe û sînorên welatê xwe teqez bikin.

Cîgirê Hevserokê Tevgera Azadî Kerkûkî: Pir girîng e ku ev komxebat li Başûrê Kurdistanê dibe ku ev saleke kêşeyên siyasî, ekonomî û civakî lê têne jiyîn. Pêdiviya me bi civîneke wiha hebû ku kêşeyên me ber bi xitimandinê me diçûn. Divê em hemû kêşeyên xwe bînin ser zimên, rêya çareseriyê bi êqil diyar bikin. Komxebata xizmetê ji vê re dike.

Girîng e ku hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li vir in û her wiha nûnerên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî. Ji ber ku bi vî awayî em hem kêşeyên xwe û hem jî çareseriyên xwe hevpar dikin. Reflekseke netewî çêdibe. Helbet ya ji vê jî girîngtir ew e ku em hişmendî û berpirsyariya netewî çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînini.

Berpirsa Tevgera Jinan HÎWA Siûr Mihmed: Girîng e ku ev komxebeta li Kerkûkê çêbû. Ji ber ku Kerkûk yek ji wê birîna Kurdan e ku hê jî xwîn jê diçe. Em jî, kêm jî be hewl didin ku li ser zemîneke rast kêşeyên xwe çareser bikin. Dîsa bi dîyalog û nîqaşan em ê çareser bikin. Ji bo vê jî ev komxebat fersendekê dide ku em werin cem hev. Ji ber ku êdî ne bi vaşartî, divê her kes biçe ser kursî rexne û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bike.

Niha li vir gelek siyasetvan, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên saziyên civakî hene. Gelek televîzyon weşana zindî dikin û civak nêzîkatiya her kesî dibîne. Ev watedar e. Ji ber ku gel jî bi vî awayî ji raman û nêzîkatiya her kesî agahdar dibe.

Xaleke dî ya girîng a vê komxebatê ew e ku hemû kesên ku ji parçeyên din ên Kurdistanê hatin, weke ku problema wan be nêzîkatiyê nîşan didin li hemberî kêşeyên navxweyî yên başûrê Kurdistanê. Kurd nîşan didin ku ew dikarin bibin yek. Ev ji bo Kurdan cara pêş ye û divê were nirxandin.

Endamê Polîtbûroya Komala Îslamê Rêbaz Sabir: Destpekê em malovaniyê li KNK’ê dikin ji ber ku xebateke wiha organîze kiriye. Tevlêbûna partiyên siyasî ya li vê komxebata girîng pir baş e. Bêguman girîng e ku em di demeke wiha de ku bi pirsgirêkên giran re hevrû ne, hatin cem hev û em rêyên çareseriyê nîqaş dikin. Em weke Komala Îslamî dixwazin ku ev komxebat di pêvajoyê de jî berdewam bike û hemû berjewendiyên takekesî û partîyî deynin aliyekî. A rast hemû partî jî dizanin kêşeyên heta niha ji çi tên. Lê ji bo vê ti projeyên cidî yên çareseriyê bi pêş nakevin. Di vê civînê de tevlêbûna her kesî baş bû. Ez bawer im wê encamên girîng derbikevin.

Berdevkê Eniya Demokrasî Mihemmed Keyanî: Li gorî min beşa herî girîng a vê komxebatê hatina gel hev a siyaset û civakê ye. Ji ber kû pirsgirêkên heyî tenê bi rêya siyasetmedar û partiyên siyasî çareser nabe. Ji ber ku beriya niha bi dehan car partiyên siyasî kom bûn û çareserî nedîtin.

KNK’ê bi li dar xistina civînekî wiha gavekî pir girîng avêt. Divê civak hê zêdetir li ser siyasetê zextê bike. Ji ber ku kirza ku di warê civakî û ekonomî de tê jiyîn, mirovê vê civakê her roj her kêliyê bandor dike. Divê ev kirîz di berjewendiyên civakê de ne di berjewendiyê partiyan de bê çareserkirin.

Rojnamevan Necmettîn Slaz: Li Başûrê Kurdistanê kirîzekî siyasî, ekonomî û civakî di nav hev de tê jiyîn. Li gorî min neçareserbûna kirîza aborî ji nepartîbûnê ye, ne ji hejariyê ye, ji bêkêrnehatina aliyên siyasî tê. Lê mixabin ev rewş rast e rast civakê bi bandor dike.

Li gel zêdebûna van pirsgirêkan di pêşengtiya KNK’ê de li dar xistina civînekî bi vî awayî pir girîng e. Ji ber ku hemû partî li vir in. Her kes wê nêrînên xwe bêje. Çapemenî doşopîne, gel dişopîne. Her kes wê rastiyan raber bike û çareserî hebe jî wê derxîne ber çavan. Ji xwe li vir biryar dernakeve. Lê di rastiya pirsgirêkê de û rêyên çareseriyê de di warê siyasî de xebatekî gelekî girîng e.

Lê ez dîsa jî dixwazim bidim diyarkirin ku di axaftinên li ser navên partiyênb hikûmetê de hatin kirin, mînak; li gorî min di axaftinên li ser navên PDK’ê û YNK’ê hatin kirin de, disa jî rast e rast nêzîk bûn. Ji bo çareseriyê, ji bo derxistina pirsgirêkê ev rewş û nêzîkatî têrê nake.

 

...