Atalan: Beriya qetilkirina sivîlan xwedî li Nisêbînê derkevin

Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan ku li Nisêbînê ye, ji bo qetlîamek nû ya sivîlan pêk neyê bang li tevahî gel kir ku werin Nisêbînê.

Nusaybin'de bulunan HDP milletvekili Ali Atalan, YPS'nin kentteki tüm askeri güçlerini çektiğini açıklamasına rağmen askeri operasyonların sürdüğünü belirtti, "Madem bu operasyonlar, kentteki silahlı güçlere karşı yapılıyordu.

Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan ê li Nisêbînê ye, diyar kir ku tevî daxuyaniya YPS’ê jî li bajar operasyonên leşkerî didomin, wiha axivî: “Eger ev operasyon li dijî hêzên çekdar ên li bajêr pêk dihatin, tevî hêzên leşkerî xwe kişandin jî çima ev operasyon didomin?”

Atalan xwest ku operasyonên leşkerî demildest bên rawestandin, ji bo birîndar û sivîl neyên qetilkirin jî bang li tevahî gel kir ku berê xwe bidin Nisêbînê û pişgiriyê bidin bajêr.

Atalan got: “YPS’ê da xuyakirin ku hêzên xwe kişandine. Lê, hê jî operasyonên leşkerî didomin. Ji gelek nuqteyên bajêr dengê teqîn û çekan tê.”

Atalan wiha berdewam kir: “Hêzên girêdayî AKP/Qesrê gotibûn li hember hêzên çekdar derdikevin operasyonan. Lê, ev jî nîşan dide ne wisa ye. Tê dîtin ku ji bo beşek ji bajêr ji holê rakin operasyonên leşkerî didomînin.”

Atalan got hewldanek heye ku beşek bajêr li milê çiyayê Bagokê ya rêya Îpekê bi cih bikin, taxên hilweşiyayî û beşa nêzî Rêya Îpekê ya li aliyê Qamişlo jî wê bikin qadek tampon.

Atalan got: “Dixwazin vê pêkhateya dîrokî û çandî ya mabeyna Nisêbîn û Qamişlo ji holê rakin, bajarên sûnî ava bikin.”

Atalan ragihand ku li taxên ku operasyon lê didomin mirovên birîndar û sivîl hene, lê ji ber têkîlî bi wan re daneniye agahiyên zelal bi dest nexistine, bang li hikûmetê kir ku demildest operasyonan rawestîne, got: “Divê operasyon demildest rawestin, birîndar jî bigihêjin nexweşxaneyan.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ev bang li gel kir: “Ji bo rawestandina operasyonan, ji bo mirovên me yên sivîl neyên kuştin, wek çawa gelê me hatin Cizîrê divê berê xwe bidin Nisêbînê jî. Em banga çalakiyên lezgîn dikin. Eger em bi ruhê seferberiyê xwedî li Nisêbînê derkevin, em ê karibin operasyonan rawestînin.”