BI DÎMEN

YJK-Hollanda hat îlankirin

Jinên Kurd ên li Hollandayê dijîn, bi beşdariya 100 delegeyan kongreya xwe ya Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YKJ-H) îlan kirin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê

Rêxistinên meclîs û komunên jinên Kurd ên birêxistinkirî yên li Hollandayê, li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Den Haagê bi beşdariya 100 delegeyan hatin cem hev û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YKJ-H) îlan kirin.

YJK-H bi hemû cudahiyên civakî, çandî û herêmî yên li Hollandayê bi cihanîna xebatên xwe yên resen û pêkanîna pêdiviyên jinan armanc dike. Li ser vê bingehê bi tespîtên civakî, li dijî vîna pêrgalê ya bi rêya jinê û li dijî neteweperestî, nîjadperestî û zayendperestiyê ku pêş dikeve, bihêzkirina jinan tê armanckirin.

Li kongreyê bi armanca ku ji bo tu jin nerêxistinkirî nemîne plan hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” di esasê vîna jinan a 8'ê Adarê de derketiye holê, di pîrozbahiyên Newrozê de jî bi pêşengtî û coşa jinan xwe rê bide û bê bilindkirin.