NATO’yê erkên nû daye Fransa!

Êrîşa li ser çapemeniya azad li Belçîka bi daxwaza Fransa, teslîm kirina siyasetmedarên penaber ji bo dewleta Tirk a dagirker ji me re fîşeka agahdarkirinê pêxistiye. Divê her kes bikeve tevgerê û vê hemleya nû ya NATO’yê rawestînin.

ANALÎZ

Di roja rojnamevaniya Kurd de, kedkarên ragihandina azad pîroz dikim. Xîretkirina ketina cîhana ragihandina modern 126 sal beriya niha girîng bû. Xalek danîn û niyeta ber bi pêşdeçûnê ya serdema xwe derdibire. Lewma jî hîmekî watedar û girîng e. Ji wê roja ku rojnameya Kurdistan hatiye weşandin heta roja me ya îro ragihandina Kurdê têkoşer di nava cengekî mezin de ye, lewma ji bo her qonaxekî, di her serdemekî de berdêlên pêwîst dikirin û xwe jê ne da paş. Şehîdên ragihandina mirovê azad yek bi yek bi bîr tînim û minetdariya xwe derdibirim.

Di demekî girîng de êrîşên ku mirov pê şaşwaz nabe çêdibin. Erdoxan tê Iraq û Hewlêrê, hemwext li Belçîka li ser çapemeniya azad êrîş pêk hat. Li gel wê li Tirkiyeyê jî li ser çapemeniya azad êrîş pêk hat û gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Başe ev pêla êrîşê çima û ji bo çi, bi kîjan rêkeftina pêkhatiye? Em dikarin pirsan zêde bikin. Di demekî kurt de derket ku li ser daxwaza Fransa bi navê “fînansekirina terorîzmê” li ser van saziyan ev êrîş hatiye kirin. Saziyên Kurdên azad û fînansa terorîzmê! Em lê mêzebikin, NATO di nava xwe de bernameyekî nû daniye. Di demekî wisa de diyar e NATO erkên nû daye Fransa, başe em şopa Fransa li Kurdistanê nas bikin; yekem şopa wî Skaypkot e, ev peymana dabeşkirina erdên dibin dagirkeriya Osmaniya de, di navbera Fransa û Îngilistan de ye. Lozan û bêbextiya li Lozan jî heman bêyomî ye. Ev demekî wisa ye, yek jî em di dîrokekî nêzîktir de para dewleta Fransa di kîmyabarana Helepce de jî dibînin. Fransa bi çekkirina Sedam rolekî girîng dilîze. Bi erebeyên barhilgirên Fransî û Elmanî bi sedhezaran Kurd pê hatin enfalkirin. Şopa wan di kîmyabarana Helepce de jî heye. Di hemam demê de xanim Mîterand jî li gel mala Barzanî di damezrandina parlamena Herêma Kurdistan li başûr de rol dibîne. Wek “dayîka Kurd” tê pêşwazîkirin. Yanî ji bo birêxistinkirina xeta xiyanetê li Kurdistanê bi rolekî sereke Radibin.

Em dikarin heman Fransayê li Rojava jî bibînin. Fransa dewletekî dagirker e, di dîroka xwe de dijî gelên bindest û çînên têkoşer gelek xirabî kiriye. Dewletekî emperyal e. Di şerê cîhanê yê yekem û duyem de bi rola herî xirab radibe. Ji xwe hebûna wê ya di her dû şerê cîhanê de û dagirkeriya wî ya li bakurê Efrîqayê û Asya tê zanîn. Wek Kurd em dewleta Fransa nas dikin. Ev 150 salên dawî di hemû êrîş û azara welat û gelê me de yan rasterest yan jî nerasterast destê dewleta Fransa tê de heye. Lewma divê siyaset û dîplomasiya Kurd van rastiyên dîrokî li berçav bigire. Şoreşger û têkoşerên Kurd van pendana ji bîr nekin. Di heman demê de, wek tê zanîn şîrketên Fransa li Sûriyeyê pêwîstiya betona DAÎŞ’iyan pêşwazî kiribûn ji bo wê, li çend dadgehên vî welatî bû mijara darizandinan. Ev mijarên şîrketên navdewletî, bê dewlet û siyaseta dewletê kar nakin.

Pirsa ku divê em bikin, Fransa ji siyaseta Kurd çi xwestiye? Pirsa duyem ji bo van êrîşan di navbera Fransa û dewleta Tirk de danûstandin di çi astê de ye? Sala 2013’an li dijî pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd Sara, şehîd Rojbîn û şehîd Ronahî qetlîam pêk anî! Piştî 10 salan dîsa li Fransa li dijî pêşenga Kurd Evîn Goyî û hevalên wê êrîşa qetlî pêk hat. Kujerê kevin Tirk bû, kujerê duyem Fransî ye. Lewma divê em wek Kurd rewşa Fransa baş not bigrin û ji bo demên pêş rola wî ya di doza Kurd de baş bibînin û tedbîrên wê bigrin. Li gel vêya divê em pirsyar bikin gelo rewşa Fransa niha li Rojava çiye? Ev pirs ji bo Kurdan girîng e. Wek em dizanin geştekî cidî ya Macronê serokê Fransa ji bo Iraqê çêbû, di heman demê de niha wek hêzên hevpeymanî li xeta Germiyan di milê hewayî de Fransa diparêze. Li wir di 2022’yan de ji pêşengê şoreşa Roşava Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin şehîdxistin, di heman demê de pêşengê siyaseta Başûr Mamoste Şemal li ber derê mala xwe hat şehîdxistin û di 2024’an de siyasetmedar û şoreşgerê Kurd şevger li nava bajarê Kellar di mal de bi dronan hat şehîdxistin. Dema em van mijaran hemûya didin ber hevdu, em dibînin ku NATO û hevpeymana wan ev rewş di nava xwe de parve kirine. Lewma jî em dibînin ku rolekî nû ya bêyom dane Fransa.

Êrîşa li ser çapemeniya azad li Belçîka bi daxwaza Fransa, teslîm kirina siyasetmedarên penaber ji bo dewleta Tirk a dagirker ji me re fîşeka agahdarkirinê pêxistiye. Divê em Kurd û dostên me yên Fransî û hemû dinyayê bikevin tevgerê û ji vê hemleya nû ya NATO re bibêjin stop!