ANALÎZ

Weke şêwazê rêveberiyê komplo û kûmpas

Rêveberiya Erdogan û Bahçelî bi salane li dijî Kurdan şerekî bê navber dimeşîne. Di van rojan de li Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe zêde kiriye. Li gel vê jî dixwazin bi dozên kûmpasê yên mîna Kobanê, tevgerên siyasî yên Kurd ên legal têk bibin.

KOMPLO Û KÛMPAS

16’ê Gulanê têkildarî doza kûmpasê ya Kobanê biryar hat dayîn. Ti kes nîne ku nizane biryar bi temamî siyasî ye û ti eleqeya wê bi hiqûqê ve nîne. Hevserokên HDP’ê û rêveberên wê neketine nava ti xebatên bi çek û veşartî. Hemû xebat û daxuyaniyên wan ji raya giştî re eşkere ne. Yên ev doz vekirine jî bi şêwazekî îtîraf kirine ku ev yek wiha ye. Rêveberiya faşîst a Erdogan û Bahçelî eger bizanin rêveberên HDP’ê sûc kirine, ji bo vekirina dozê bi salan li bendê namînin. Di dema ku xwepêşandan ji bo Kobanê dihatin kirin de, wê demildest lêpirsîn daban destpêkirin û doz vekiriban.

Ev doz li gorî konsepta “Plana Çalakiyê ya Têkbirinê” ketiye rojevê. Du deman bi zora dewletê şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistî, desteser kirin. Ti eleqeya van biryaran jî bi hiqûqê re nîne. Bi temamî Erdogan bi fermana wan sîstema qeyûm xiste meriyetê. Erdogan demekê digot, “Ez nahêlim ku kesên tayînkirî zextê li kesên hatine hilbijartin bikin.” Her wiha propaganda dikir ku li dijî sîstema vesayetê ye. Niha ew bi xwe hatiye wê rewşê ku rehmetê ji vesayetvanan re bide xwendin. Ew qasê çavtarî bûye ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê pêk neyîne. Ew bi xwe şêwazê hîn hişktir ê rejîma vesayetê dixe çavê cîhanê de. Fermanan dide dadgeh û saziyên din ên dewletê û civakê terorîze û milîtarîze dike.

Hikûmet di şerê li dijî Kurdan dimeşîne de, bi milyar dolaran xerc dike. Ekonomî têk çûye. Ji bo pereyan li derve deriyek nehiştiye ku lê nexistiye. Niha mîna ku henekê xwe li civakê bikin, “Paketên Teserûfê” eşkere dikin. Tê diyarkirin ku bi van paketan teserûfeke bi sed milyarî tê armanckirin. Budçeya Wezareta Parastinê ya Milî jî, yek trilyon û sê sed milyar lîre ye. Eşkere ye ku budçeya Tirkiyeyê jî tê mîlîtarîzekirin. Eger budçeya Wezareta Parastinê ya Milî qasî yek trilyonê bînin xwar, pêwîstî bi van hejmarên teserûfê jî nake. Tedbîrên bên girtin jî ji dervey zêdekirina xizanî û bêkariyê, bi kêrî tiştek din nayê. Desthilatdarî û yên nêzî wê, milyar dolaran didizin. Mafya, çete û rêveberî ketine nav hev.

Erdogan ji sala 2015’an ve pesnê xwe dide û dibêje ku zêdeyî 40 hezar “terorîst” bê bandor kiriye. Ev ên ku jê re dibêje terorîst, ne mirovên ku ji fezayê hatine. Evane zarokên herî rewşenbîr û herî hêja yên gelê Kurd in. Li pey heq, hiqûq û azadiyê ne. Ji bo îhale, Euro û dolaran naxebitin. Ji xwe û kesên nêzî xwe re weqfan çênakin û milyon dolaran kom nakin. Erdogan û rejîma wî di karên dizînê de bûn pispor û têkildarî vê yekê li cîhanê bi nav û deng bûne!

Rêveberiya Erdogan û Bahçelî bi salane li dijî Kurdan şerekî bê navber dimeşîne. Ji dema cûntaya 12’ê Îlonê hîn zêdetir rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter û şaredarên Kurd avêtin girtîgehan. Di van rojan de êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Giranî didin êrîşên bi çekên kîmyewî û qedexekirî. Dibêjin ku wê îsal Başûr û Rojava bikin bin kontrola xwe. Ji bo vê yekê bi mehan bi Iraqê re hevdîtin kirin. PDK kirin lingekî vî şerî. Lê heta niha nekarîn partiyên din ên Başûr tevlî vî şerî bikin. Wisa dixuyê ku Iraqî jî wê di asta ku ew dixwazin de, tevlî şer nebin. Lewma giranî dan çekên kîmyewî û êrîşên hewayî. Li gel vê jî bi dozên kûmpasê yên mîna Kobanê dixwazin ku tevgera siyasî ya Kurd a legal û demokratîk jî têk bibin.

Mirov nikare doza geziyê, betalkirina parlamenteriya Can Atalay û bi cih neanîna biryarên DMME’yê jî, ji van planên tasfiyekirina muxalefetê û çewisandinê cuda binirxîne. Ji bo girtina Osman Kavala ti sedem nîne. Her wiha Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Can Atalay biryar da. Lê Erdogan ev biryar nas nekir. Biryarên ku DMME’yê ji bo Kavala jî dayîne, nekir xem. Li dijî Kurdan û derdorên demokratîk komplo û kûmpasan çêdike û hewl dide desthilatdariya xwe biparêze.

Hikûmet ji ewlehiya can û mal a welatiyên xwe berpirsyar e. Sozên ku dayîne û qanûnên wan, di vî alî de ne. Lê Hikûmet bi xwe kemîn û komployan li dijî welatiyên xwe çêdike. Wan bi rê û rêbazên derhiqûqî sûcdar dike û diavêje girtîgehan. Çiya û keviran bombebaran dike. Bi deh hezaran kesan dikuje û propagandaya xwe dike ku çiqas bi biryar û serketî ye. Li welatekî wiha heq û hiqûq namîne. Dizîtî û bêheqî naqede. Dawiya kûmpas û komployan nayê. Ji vî alî ve divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê li dijî vê hêza zilmkar a ku hiqûqê nas nake, dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin û van doz û biryarên ku ti rewatiya wan nîne, nas nekin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka