BI DÎMEN

Li Torontoyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li Bajarê Toronto yê Kanadayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

8'Ê ADARÊ

Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya endamên TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Salona Edessa ya Toronto şahiya 8’ê Adarê hate lidarxistin. Jinên Kanadayî jî beşdarî şahiyê bûn.

Di çalakiyê de tundiya mêr a li dijî jinê hate şermezarkirin. Çalakiya ku bi sînevîzyon û axaftinên beşdarên navneteweyî destpê kir, bi govenda koma folklorê dewam kir.

Şahî bi stranên hunermendên jin û gerandina govendê bi dawî bû.