Li 7 navendan hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
Li 7 navendan ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinan dabû, dengdayîn bi dawî bû.
Li 7 navendan ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinan dabû, dengdayîn bi dawî bû.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 3 navçe û 4 bajarokan biryara dubarekirina hilbijartinan dabû. Hilbijêrên van navendan îro dîsa çûn ser sindoqan. Li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê, Perî ya Mazgêrt a Dersimê û Saglik a Aksarayê dengdayîn ji saet 17.00’ê ve bi dawî bû. Piştî bidawîbûna hilbijartinê, hejmartina dengan dest pê kir.
Qedexeya têkildarî hilbijartinan dê heta saet 21.00’ê bidome.