BI DÎMEN

Gulderen Vali: Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku DEM Partî rêzê ji hemû gel û baweriyên li vir dijîn re digire û got: “Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were.”

Parlamentera DEM'ê ya Wanê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli li navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bû. Varli dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Erdîşê qedand, li Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê beşa jimaryarî (muhasebe) xwend. Varli di sala 2014'an de bû alîkara Hevşaredarê Erdîşê yê DBP'yî û heta qeyûm şandin vê peywira xwe domand. Varli di navbera salên 2019-2020'an de Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê kir, piştre tevlî Meclîsa Partiyê ya DBP'ê bû. Varli di vê heyamê de li Erziromê jî dixebitî, di hilbijartinên giştî yên dawîn de ji Wanê wek parlamenter hat hilbijartin.

Varli diyar kir ku di serdema ku li herêma Erziromê dixebitî de hewl dane biçin her malên navend û navçeyan û wiha axivî: "Ez ji aliyê ku jin, ciwan, extiyar û zarokan fêm dike, nêzîk bûm. Ez bi qasî Wanê vê derê dizanim, ez piçekî ji vir im.”

‘EM Ê BI RENGÊ JINÊ Û FERASETA JINÊ BIXEBITIN’

Varli anî ziman ku neteweperestiya Tirk li navenda Erziromê zêdetir xuya dike û gelê Kurd li navçeyan bi awayekî qelebalix dijîn û wiha got: “Em ê Erzirom û navçeyên wê bi pergala hevşaredariyê bi rê ve bibin. Em ê bi rengê jinê, bi awayê rêveberiya jinê, bi feraseta jinê ya estetîk nêz bibin û bi hev re bajar bi rê ve bibin. Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Divê mirov gotinên wan li ser kolana lê dinêre, sûka ku diçê û qadên civakî yê lê dijî hebe. Em ê bersiva pirsa gelên li bajar, tax û gundan dijîn bidin û ev li gorî paradîgma û şêwaza rêveberiya me ye.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊ TÊXIN XIZMETA GEL’

Namzeta DEM Partî Varli bi bîr xist ku ew ê şaredariyê têzin xizmeta gel û wiha domand: “DEM Partî şaredariya gel diparêze. Em ê jî cihê xwe li Erziromê bigirin. Em ê şêwazekî şaredariyê ku rengê jinê, dengê jinê û şêwaza rêveberiya jinê dihewîne pêşkêş bikin. Lê mixabin dewlet tovê neteweperestiyê di nav gel de direşîne. Li vir rastiyeke wisa heye. Dema em li gund, tax û navçeyên ku berê DEM Partî bi dest xistine dinêrin, tê dîtin ku me siyaseteke çawa daye meşandin. Em ê şêwaza rêveberiya paradîgmaya xwe ya ku hemû cudahiyan di nava xwe de dihewîne û bêyî ku tu kesî ji yên din veqetîne, derxînin pêş.”

JI BO DÎROK Û ÇANDA KURDAN GIRÎNG E

Varli bal kişand ser girîngiya dîrok û çanda Kurdî yên li navçeyên Erziromê û wiha pêde çû: “Meşa Şêx Saîd a ji Xinûsê dest pê kir. Dengê Şakiro ji Qereyaziyê bilind dibû û belav dibû, anî bîra min. Şaredariyên van navçeyan hatin desteserkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Dema qeyûm li şaredariyên me bên tayînkirin em ê li ber xwe bidin an jî dev ji têkoşîna xwe berdin? Em wek gelê Kurd hene û li vir in. Ji bo vê em têkoşîna xwe didomînin. Me înkar kirin, qebûl nekirin, paşguh kirin. Em li wir in? Erê, em hene û em bi dilsoziya rastiyê re rola xwe dikin. Ez Kurd im, welatê min Kurdistan e. Ez ê zimanê xwe biparêzim. Şaredarî jî yên me ne. Em ê îradeya xwe bi awayekî herî baş diyar bikin. Şaredariyên ku desteser kirine jî wê bibin yên DEM Partiyê. Em bawer dikin ku ev yek dê bi îzna Xwedê pêk were."

Namzeta DEM Partiyê Varli got ku AKP 21 sl in gelek tişt bi Kurdan da kişandin. Varli anî ziman ku yek ji hikûmetên ku herî zêde bi hovane nêz dibe bû û wiha got: “Hewl dan bi nijadperestiyê vê yekê mezintir bikin. AKP çiqasî netewperestiyê pêş bixe jî wê bê fêde be. Dibe ku dem bi dem wî rizgar dike, lê rewşa civaka Tirkiyeyê jî diyar e. Nijadperestî piştî cihekî diqede û bêwate dibe.”

‘DIVÊ LI ERZIROMÊ DEWRAN BIZIVIRE Û DEM WERE’

Varli daxuyand ku di hilbijartinê de wê bi ser bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em partiyeke ku rêzê ji hemû gel û baweriyên li vir dijîn re digire û li ser esasê xizmeta wekhev bixebitin. Ez bawerim ku em ê encamên pir baş bi dest bixin. Niha divê li Erziromê  dewran bizivire û DEM were. Em ê herin her beşê. Heta ku ji destê me bê em ê xwe bidin naskirin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."