Salvegera damezrandina PKK'ê li ber avahiya NY‘ê hat silavkirin

Di çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) de salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê hat silavkirin. Di çalakiyê de banga beşdarbûna meşa ku wê di 13’ê Kanûnê de bi wesîleya 3'emîn salvegera çalakiya bênavber bê lidarxistin, hate kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4 sal in bênavber li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Çalakî vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Mustafa Altunbaş axaftinek kir.

Altunbaş salvegera 45'an a PKK'ê pîroz kir û banga tevlîbûna çalakiya pîrozbahiya girseyî kir ku wê 13’yê Kanûnê bajarê li Luzern a Swîsreyê bê lidarxistin.

Piştî Altunbaş, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî li ser dîroka damezrandina PKK'ê axivî.

Çelebî diyar kir ku PKK’ê ku di 27'ê Mijdara 1978'an de ji aliyê Abdullah Ocalan û hevalên wî ve hat avakirin, îro veguheriye tevgereke gel a bi milyonan kes li pey dimeşe.

Çelebî anî ziman kiu 25 sal in polîtîkayên tecrîdê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û 33 meh in jê agahî nayê girtin. Çelebî daxuyand ku ev pêkanîn derveyî qanûnên navneteweyî ye.

Çelebî bang li Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li gorî berpirsyariyên xwe li dijî tecrîd û êşkenceyê helwestê nîşan bidin û wiha got: “Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' de li qadan bin.”

MEŞA JI BO SALVEGERA SALA 4’AN

Çelebî di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna meşa ku wê bi boneya salvegera 3’an a çalakiya rûniştinê bê lidarxistin, kir.

Di çalakiya rûniştinê de ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roja Çarşemê li Qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye tê lidarxistin, têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan agahî tên dayîn. Çalakgeran paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan ji gelan re didin nasîn û ji bo azadiya Ocalan banga hestiyariyê dikin.