BI DÎMEN

25'emîn salvegera damezrandina KNK'ê li Brûkselê hate pîrozkirin

25'emîn salvegera damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li avahiya navenda KNK’ê ya li Brûkselê bi resepsiyonekê hate pîroz kirin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA KNK'Ê

Ji bo pîrozkirina damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdarbûna gelek endam, sazî û rêxistinên siyasî ku nûnertiya wan a di nava KNK'ê de hene, resepsiyonek hate lidar xistin û nirxandina kar û xebatên dehan salan hatin kirin.

Bername bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs axaftina vekirinê kir û xêrhatina mêvanan kir. Karamûs wiha got: “Em îro dikevin 25 saliya damezrandina KNK'ê. Heger KNK 25 sal e kar kiribe, ked û xebata ji bo avakirina yekitiyeke neteweyî kiribe, ev yek bi ked, israr û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber dema em şert û mercên damezrandina KNK'ê ber çav digirin, rol û misyona Rêber Apo li ber çavan e. Ji ber ku hîna di sala 1994'an de Rêber Apo bi israr digot ku pêdiviya gelê Kurd bi saziyeke wisa heye ku bikaribe tevahî sazî, rêxistin û dezgehên Kurdan di bin sîwana xwe de kom bike.”

KNK DERIYEKE DÎPLOMASIYÊ YA KURDISTANÊ YE

Di berdewamiya civînê sînevizyona ku li ser dîroka damezrandina KNK'ê hatibû amadekirin, hate temaşekirin. Piştre jî damezrînerên yekem a KNK'ê Zûbeyîr Aydar axivî. Aydar xêr hatina mêvanan kir û salvegera damezrandina saziya KNK li tevahî endam û nûnerên saziyê pîroz kir û got: “Di bingeh de ev xebateke 30 salî ye. Ji ber ku bingehê xebata ji bo damezrandina saziyeke wisa di sala 1994'an de hatiye destpêkirin. Ez bi xwe yek ji wan kesan bûm ku di nava tevahî kar û xebatên damezrandina vê saziyê de cih girtim. Gelek hevalên me yên ku me bi hev re ev kar da destpêkirin, niha ne li jiyanê ne. Bi vê wesîleyê em wan jî bi bîr tînin. Ji ber ku destpêkirina kareke wiha û avakirina saziyeke wiha girîng e. Di wan deman de me jî nedizanî ka em ê çawa bikin û bi çi awayî bidin destpêkirin. Nîqaşên me li Şamê çêbûn. Pêşniyara damezrandina saziyeke wiha ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin. Rêber Apo got ku dezgeheke neteweyî pêwîst e ku tevayî sazî û rêxistinên Kurdan di nav de nûnertiya xwe hebin û ji bo xebata yekîtiya neteweyî berfireh kar bike. Me jî li gorî wê çarçoveyê xebata xwe da destpêkirin û saziyeke wiha ava kir. Gelek kesayet, helbestvan û nûnerên gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê heya roja îro ji di nav de cih digirin. Ji ber ku ev saziyeke Kurdistanî ye. Deriyeke mezin a xebata dîplomasiyê ya ji bo Kurdistanê ye. “
Aydar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro dîsa ji bo me Kurdan eşkereye ku saziyeke weke KNK xwedî rol û misyoneke çiqas girîng e. Pêwîst e ji her demê bêtir xebatên ji bo yekîtiya neteweyî di bin sîwana vê saziyê de were pêşxistin. Li gelek welatan xwedî nûnertî ye. Li gelek welatan xebatên ji bo dîplomasiya Kurd di bin sîwana vê saziyê de tê meşandin. Ez dûbare salvegera damezrandina KNK di serî de li Rêber Apo, li tevahî gelê Kurd û kesên ku dilê wan ji bo yekîtiya neteweyî lêdide, pîroz dikim.”

Di dawiya çalakiyê de peyamên pîrozbahiyê yên sazî û partiyan hatin xwendin û hin nûnerên amade jî qala bîranînên xwe yên serdema damezrandina KNK’ê kirin.