KON-MED'ê têkildarî 'provakasyonan' hişyarî da gelê Kurd û saziyên wan

KON-MED’ê piştî êrîşên nijadperest ên li Belçîkayê li dijî ‘provokasyonên hundir û derve’ hişyarî da gelê Kurd û saziyên wan.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: “Di vê pêvajoyê de ku me di sala 2023'yan de bi şîara 'Ji Rêbertî re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî' pêngaveke girîng  da destpêkirin û di vê serdema pêngavê de ku veguheriye bidestxistina encamên şênber, hewce ye gelê Kurd li hemberî provokasyonên dijminî baldar be.”

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

“Şeva 24’ê Adarê Kurdên li bajarê Heûsden-Zolder a Belçîkayê ku piraniya wan ji malbatên Rojavayî pêk tên, piştî ku ji pîrozbahiya Newrozê vegeriyan li malên xwe, rastî êrîşa bi sedan faşîstên AKP û MHP’ê hatin û gefa şewitandinê li wan hate kirin. Di êrîşê de hin kes bi giranî birîndar bûn. Bê guman ev êrîş provokasyoneke plankirî ya dewleta Tirk a faşîst û îstîxbarata wê ye. Helbet tiştekî xwezayî ye ku em li hemberî van êrîşan mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û bertekên xwe nîşan bidin. Li gel vê yekê em dixwazin hin xalan destnîşan bikin.

Bi taybetî di pîrozbahiya Newroza Frankfûrtê de ya di 23'yê Adarê de îradeya hevpar a Kurdistaniyên her çar perçeyan ên ku li Ewropayê dijîn derket pêş. Vê Newrozê herî zêde jî daxwaza yekitiya gelê Kurd nîşan da.

Di vê pêvajoya ku pêşketin û destkeftiyên civakî yên veguherîne coş û enerjiyeke mezin,  ji bo reşkirin û biçûkxistina gelê Kurd û sazî û rêxistinên wan yên  têkoşîna azadiyê dimeşînin, her cure hewl û  provokasyon tên meşandin.

Êrîşên vê dawiyê yên li Belçîkayê yên li dijî Kurdan ku bi destê îstîxbarata dewleta Tirk a faşîst pêk hatin, şênbertirîn îspata vê yekê ye.

Di serdemeke wiha hesas de em gel û saziyên xwe yên welatparêz hişyar dikin ku bi lîstikên provokatoran neyên xapandin. Helbet wê gelê me li hemberî hemû hewldanên qirêj ên li dijî wan tên kirin, bêdeng nemîne û wê bersiva pêwîst bide. Lê belê wê vê yekê jî girêdayî sînor û pîvanên demokratîk û bêyî ku ji sînorên parastina rewa derkeve, pêk bîne.

Weke KON-MED’ê em dubare bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên nijadperest bêdeng nemînin û di heman de jî li hemberî provokasyonan baldar bin.’’