KCDK-E’yê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) "Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) ya civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.’’
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) "Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) ya civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.’’
Cejna Çarşema Sor ku xwedî dîrokeke dêrîn e, îsal dikeve 17’ê Nîsanê. KCDK-E'yê bi peyamekê cejn pîroz kir û got: ‘’Bi hêviya ku Çarşema Sor li Şengala xwedî statû û li Kurdistana azad di rojên xweş û nava aştiyê de were pîrozkirin.’’
Peyamana pîrozbahiyê ya KCDK-E'yê bi vî rengî ye:
‘’Di dîrokê de li Rojhilata Navîn gelek cejnên pîroz ên gel û olên cuda hebûne. Yek ji van jî cejnan jî cejna pîroz a civaka Kurdên Êzidî, Cejna Serê Nîsanê (Çarşema Sor) ye.
Cejna Çarşema Sor îsal dikeve Çarşema 17’ê Nîsanê ku mizgîniya vejîna xwezayê û rojên xweş e. Çarşema Sor ew roja pîroz e ku li şûna şer û komkujiyan aştî û xwişk-biratî tên hêvîkirin û pêk tên.
Benên ku bi rengên kesk, sor û zer tên hûnadin li gorî baweriya Çarşema Sor tên wateya aşitî û jiyanê. Tê wê baweriyê ku aşitî, xweşî û bereketê li gel tîne.
Civaka me ya Êzidî pêvajoyeke dijwar derbas dike. Bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Iraqê û PDK’ê komkujî li civaka me ya Êzidî tê ferzkirin. Li dijî civaka Êzidî di van rojên dawî de jî êrîşên tunekirin û xiyanetê berdewam dikin.
Em weke KCDK-E’yê hêvî dikin ku civaka Êzidî bawerî, nasname û cejnên xwe bi azad bijîn.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê, parastina Şengalê û hemû Kurdistanê sereketirîn erka me ye.
Çarşema Sor li hemû mirovahî li civaka me ya Êzidî pîroz be.”