Ji bo şehîdên Bestayê şîn hat danîn

Ji bo 4 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên meha borî di êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Bestayê de şehîd bibûn, li Darmstadtê şîn hat danîn.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo Rênçber Gîvara (Hasan Agirman), Şerger Caf (Servet Hesen), Bawer Med (Dicle Yemen), Dilşêr Çiyareş (Mehmet Şakir Alici) ên 16’ê Gulanê di êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Bestayê de şehîd bibûn, şîn hate danîn.

Endamên Komeleya Gaziyên Kurdistanê û Komeleya Malbatên Şehîdan û gelek Kurdistanî di şînê de amade bûn.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku ew ê têkoşîna şehîdan mezin bikin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.