HPG’ê Soro Gabar bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê şehîd Soro Gabar (Vedat Otun) bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em di şexsê van şehîdên xwe yên leheng de, car din soza mezinkirina têkoşîna wan, bi serxistinê û jiyîna bîranînên wan didin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Soro Gabar dema ku bi hevrêyên me Kendal Alan (Metîn Akgul) û Serdem Reşît (Mûhammed Yildiz) re weke yekîneyek taybet li ser peywira xwe bûn, di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em sersaxiyê di serî de ji malbata welatparêz hevrê Soro Gabar, gelê Botan ê welatparêz û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em di şexsê van hevrêyên şehîdên xwe yên leheng de, car din soza mezinkirina têkoşînê, bi serxistinê û jiyîna bîranînê wan didin.”

Nasnameya hevrêyê me Soro Gabar ê gihiştî asta şehadetê, wiha ye:

 Nasnav: Soro Gabar

 Nav paşnav: Vedat Otun

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex

 Navê dayik – bav: Emîne – Hamît

 Dem û cihê şehadetê: 31 Tîrmeha 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Qada Botanê yek ji wan qadan e ku tevgera Apoyî têkoşîna gerîla lê daye destpêkirin. Dewleta Tirk a ku dizane yekbûna Botan û gerîla û pêşketina têkoşîna gerîla li van qadan, wê bibe sedemê herikbariyek dîrokî. Ji bo astengkirina Tevgera Apoyî ya Botanê, her cure êrîş û provokasyonê ku ji destê hatiye, pêk aniye. Dîsa nekariye bibe asteng û tevgera Apoyî bû lehî û li Botanê geş bû. Welatparêziya ku li Botanê şîn bû, şax da û li her cihê welatê me Kurdistanê belav bû.

Yê ku li Botanê gerîlatî dayî destpêkirin, tevgera Apoyî û têkoşîna wê gav bi gav rêxistin kir, fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) e. Yek ji herêmên yekem jî ku hevrê Egîd li Botanê birêxistin kir, Besta ye. Herêma Bestayê ku li navenda erdnîgariya Botanê cih digre, bi darên xwe ve ter û tejî ye, bi çemên xwe yên bê sînor ji bo gerîlatiyê xwedî demsalên guncaw e, zozanên wê jî nerm derbas dibin, bi hatina werza biharê ya zû, araziya wê jî pir kûr e. Ji bo gerîlatiyê yek ji cihên herî guncav e. Besta ji Cûdiyê ber bi wargehan ve, ji Gabarê ber bi Mêrdînê ve, ji Herekolê ber bi Garzanê ve, ji Kêla Memê ber bi Heftanînê ve û ji Katoyê jî ber bi zozanan ve vedibe û ev yek jî dibe sedem ku Besta yek ji cihên navendî ye. Tevgera Apoyî ku ev qada Bestayê zû ferq kir, Besta weke baragehek esas a pêşxistina gerîlatiyê hilbijart. Lewma Ferman Egîd gelê me yê li herêma Bestayê rasterast birêxistin kir, yek bi yek axivî, ji wan re qala têkoşîna wan a heyîn û azadiyê kir, bi soz, sekin û heybeta xwe dilê Botaniyan qezenc kir û bûye yek ji aliyê herî dilsoz ê tevgera Apoyî.

Gundê ku fermandar Egîd jî li Bestayê birêxistin kir jî gundê Xirbikê Bestê yê ji navenda Bestayê cih digire. Gundê Xirbikê Bestê yê li ber Girê Mêrgûmar, hembêza xwe ji fermandar Egîd û hevrêyên wî re vekiriye, zû bûne welatparêz û her cure alîkarî kiriye, mînaka fedakariya mezin raber kir û zarokên xwe yên herî hêja, tevlî tevgera Apoyî kiriye. Li ser vê wateyê gundê Xirbikê Bestê li Besta û Botanê yek ji wan gundan e ku pêşengiya welatparêziyê kiriye. Gelek hevalên ji Xirbikê Bestê li refên azadiyê, bi awayek bê hempa têkoşiyane, mînakên fedakariyên mezin raber kirine, navê xwe egîdên mezin di dîroka têkoşîna me de nivîsandin û şopên ku wê qet neyên jibîrkirin, hiştine. Gundê Xirbikê Bestê weke gelek gundên li Kurdistanê rastî xezeba dewleta Tirk a qirker hatiye, hatiye wêrankirin û gundiyên li wir ji gundên xwe hatine derxistin. Lê Xirbikê Besiyan ev yek qebûl nekir, ji cihên xwe derneketin, li Şirnexê bi cih bûn û li têkoşîna xwe ya welatparêziyê dewam kirin.

Hevrêyê me Soro Gabar weke endamekî civakeke xwedî paşerojeke bi vî rengî ya dîrokî li Şirnexê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de xwedî çand û hişmendiya kûr a civaka Kurd bû. Bi guhdarîkirina çîrokên lehengiya gerîlayên qehreman ên li Çiyayê Botan a Şirnexê mezin bû û ji nêz ve bû şahide zilma dewletê. Dema ku bavê wî milîs bû û di sala 2005’an de bi fedakariyeke mezin alîkariya gerîlayên azadiya Kurdistanê kir, ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin. Hevrê Soro û malbata wî ku ji aliyekî ve bi zextên dewletê û ji aliyê din ve bi zehmetiyên aborî mezin bûn, her cure zehmetî kişandin û berdêl dan, lê ti carî ji helwesta xwe ya welatparêzî tawîz nedan. Hevrêyê me Soro ku zilma dewleta Tirk a qirker li ser malbat, derdor û gelê Kurdistanê dît, di sala 2011'an de ji bo tolhildana wan li Bestayê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Soro ku li qadên Besta, Mêtîna û Heftanînê gerîlatî dikir, ji destpêkê ve tecrûbeya gerîlatiyê bi dest xist. Ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel, li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê dît û pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir. Piştî çeteyên faşîst ên El-Qaîdeyê êrîşî gelê me kir, hevrêyê me Soro jî ji bo parastinê derbasî Rojava bû. 5 salan di serî de El Nûsra û DAÎŞ’ê di gelek qadan de li dijî çeteyan şer kir û serkeftinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Soro bi wêrekiya xwe ya bêhempa beşdarî bi dehan çalakiyan bû û di şerê li dijî DAÎŞ'ê de di bidestxistina destkeftiyên mezin de rol lîst. Bi saya wêrekiya xwe ya awarte di kêliyên herî dijwar de karîbû serkeftinên mezin bi dest bixe û bi zîrekiya xwe ya taktîkî dijmin têk bibe. Her çendî zêde ajotina wesayîtan nizanibû jî, ji bo xwe bigihîne hevrêyên ku di dorpêçê de bûn û rizgar bike, carekê li wesayîta zirxî siwar bû û dora dijmin şikand û karî xwe bigihîne hevalan. Hevrê Soro ku gelê xwe û hevrêyên xwe di ser her tiştî re digre, hevrêyekî leheng û fedakar bû ku ji bo parastina nirxên pîroz karîbû her fedakariyê bike.

Piştî ku hevrêyê me Soro tevlî gerîla bû, xwişka wî û 3 birayên din tevlî partiyê bûn. Hevrêyên me ji malbatek esilzade û welatparêz bûn, li pey hev bûn û di têkoşîna azadiya gelê xwe de bi erka têkoşînê tevgeriyan. Van hevrêyan ku ji bo gel, welat û azadiya xwe bi coş in, li her derê bi lehengî û fedekariyeke mezin li ber xwe dane. Hevrêyê me Botan Besta (Sedîq Otun) ku birayê hevrêyê me Soro ye, sala 2014'an li dijî êrîşa faşîzma DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, bi ruhekî seferberiyê yê mezin tevlî berxwedana Kobanê bû. Di nava berxwedanê de weke yek ji têkoşerên mezin ên Berxwedana Kobanê ya ku ji bo gelê me veguherî serkeftineke mezin û destpêka bidawîbûna DAÎŞ’ê bû, bi têkoşîna bi qehremanî şehîd bû. Hevrêyê me Devran Soro (Kadîr Otun) jî, di pêvajoyeke ku dewleta Tirk ji bo li ser bingeha "Plana Hilweşînê" êrîşî navendên bajêr kir de, ji bo parastina gel û axa lê ji dayik bû, li ber xwe da. Hevrêyê me Devran ku yek ji pêşengên Berxwedana Rêveberiya Xweser a Şirnexê ye, di avakirina YPS’ê ya Şirnexê de cih girt, bi lehengî û helwesta xwe ya fedaî di vê pêvajoya berxwedanê de bi qehremanî şer kir. Di vê pêvajoya berxwedanê de hevrêyê me Devran Soro şehîd bû.

Hevrêyê me Soro Gabar bi şehadeta her du birayên xwe zêdetir berpirsyarî girt ser xwe û ji bo bidestxistina armancên şehîdan û hilanîna tola wan têkoşînek xurtir da meşandin. Bi kesayeta xwe ya kedkar, hevrêtiyê xwe ya samîmî, bi sekna xwe ya bi pîvan, cesareta bilind û giraniya leşkerî di her xebata xwe de bûye fermandarekî mînak ku ji bo hemû hevrêyên xwe pêşengtiyê dike. Hevrêyê me Soro bi ferasetên xwe yên milîtantiya Apoyî derketiye pêş û erkên partiyê yên girîng ku bawerî û baldariyeke mezin hewce dike girtiye ser milê xwe. Hevrêyê me dizanibû ku çawa bi serfirazî hemû karên ku wî girtibûn pêk bîne. Soro Gabar tevî hevrêyên me Kendal Alan (Metîn Akgul) û Serdem Reşît (Muhammed Yildiz) dema li ser wezîfeya xwe bûn, di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyê me Botan, Devran û Soro navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de wekî sê birayên ku ji bo azadiya welat û gelê xwe bê tirs û fedakar şer kirin û şehîd bûne, nivîsandin. Ev hevrêyên me ku sembola lehengiya Besta ne, bûne mînakên herî berbiçav ên welatparêziya xurt a gelê Botanê û zarokên esilzade ku wan mezin kirine. Em sersaxiyê ji malbata xwe ya welatparêz, gelê Botanê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin ku careke din zarokên bi vî rengî yên leheng mezin kirin."