BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Stûttgartê hatin bibîranîn

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi beşdariya gelek kesan ji bo Şehîdên Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

ŞEHÎDÊN GULANÊ

Çalakiya ku li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Stûttgartê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Ewropayê (KOMAW) Lokman Arslan axaftinek kir.

Aslan di şexsê Şehîdên Gulanê de şehîdên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê bi bîr anî û wiha got: “Bi şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ê PKK’ê Hakî Karer re Rêber Apo meha Gulanê weke meha şehîdan îlan kir. Gulan di heman demê de meha şehîdbûna kadroyên pêşeng ên şoreşger ên Tirkiyeyê ye. Gulan meha şehadeta Hozan Mizgîn, Denîz Gezmiş, Îbrahîm Kaypakkaya, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Îbrahîm Bîlgîn û Mehmet Karasungur e. Rêber Apo ji bo bîranîna Hakî Karer ê ku gotibû “Ruhê min ê veşartî ye” partî damezrand. Di bîranîna kadroyên pêşeng ên din de  li ser bingeha wekheviya gelan li Rojhilata Navîn bingeha wê hat avakirin. Şoreşa Rojava sembola vê wekheviyê ye. Îro dema parastina nirxên ku bi xwîna deh hezaran şehîdan me bi dest xistiye û bi mezinkirina têkoşînê re Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî ye.”

Di bîranînê de malbatên şehîdan û nûnerê MLKP'ê axaftin kirin û banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava û berxwedana gerîla kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Gulanê hate pêşandan. Hunermend Seyda Perînçek li ser şehîdan stran gotin.