CDK-S û YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa dirêj kir

CDK-S û YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa dirêj kir ku wê 6-11’ê Sibatê bi pêşengiya enternasyonalîstan were lidarxistin.

Meşa dirêj a Enternasyonalîstan ku her sal di salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, wê îsal 6’ê Sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê bike û di 11’ê Sibatê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi mitîngeke bi dawî bibe.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyekî hevpar banga tevlêbûna meşa dirêj a enteryonalîstan kir ku wê 6-11’ê Sibatê were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî 24 salan di encamekî komployekî navneteweyî de hat girtin. Tecrîd û êşkenceya giran a li ser Birêz Ocalan êrîşeke berfireh ku li hemberî têkoşîna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e. Ne tenê gelê Kurd, her wiha pêkhateyên cuda yên li seranserê cîhanê jî bi ramanên Ocalan ketine lêgerîna cîhaneke demokratîk û adil. Hêzên komploger ên navneteweyî xwestin rê li pêşiya birêz Ocalan bigirin ku nebe azweriya azadiya gelê Kurd.

Kurd û dostên wan tu carî vê pergala tecrîd û qirkirinê qebûl nekirine. Ciwan û jinên Kurd ên ku di her firsend û şert û mercê de li derdora Rêbertiyê kom bûn, nehiştin ku komploya navneteweyî bi ser bikeve.

Dostên enternasyonalîst ku deng û felsefeya Rêberê Gelê Kurd digihînin hemû cîhanê, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bicivin.

Em bang li hemû Kurdan, welatparêz û dostên xwe dikin ku li hemberî komploya navnteweyî tev li meşa dirêj bibin û çalakiya mezin ku wê 11’ê Sibata 2023’an de li Strasboûrgê bê lidarxistin bibin.

BERIYA MEŞÊ KONFERANS

Enternasyonalîstên ku wê 6’ê Sibatê beşdarî Meşa Dirêj a Enteryonalîstan bibin, beriya meşê di 5’ê Sibatê de li bajarê Cenevreyê konferansek li dar bixin.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Bernameya konferansê wiha ye

“5’ê Sibatê di navbera 09:00-13:00’an de

A)Heqîqeta Rêbertî

1- Abdullah Ocalan û Kurdistan

2- Abdullah Ocalan û Jin

3- Abdullah Ocalan û Pergala Îmraliyê

B) Komploya Navneteweyî û Pergala Îmraliyê

Di navbera saet 14:30-18:30

A)Pêngava TJK-E ya “Dem dema azadiyê”

B) Peyama bi dîmen a aktîvîstên enternasyonalîst ên Rojava

C) Aktîvîstên enternasyonalîst wê têkoşîna welatê xwe ragihînin

D) Agahiyên derbarê meşa dirêj

E) Nîşandana Fîlma Kobanê”