Bi hezaran Swêdî û Kurd li dijî ‘Qanûnên Erdogan' meşiyan

Tifaqa Li Dijî NATO’yê, li dijî zagona nû ya bi navê “Hikumê cezayê taybet ê ji bo gihîştina rêxistineke terorî” ku ji bo maf û azadiyê gef in, li bajarê Stockholmê meşek li dar xist.

Tifaqa Li Dijî NATO’yê, li dijî zagona nû ya bi navê “Hikumê cezayê taybet ê ji bo gihîştina rêxistineke terorî” ku ji bo maf û azadiyê gef in, li navenda bajarê Stockholmê meşek li dar xistin. Meş saet di 13.00’an de li qada Norra Bantorget a Stockholmê dest pê kir. Meş ji aliyê gelek çapemeniyên cîhanî ve hate şopandin.

Di çalakiya ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr, alîgirên demokrasî û mafên mirovan amade bûn de, gelek axaftin hatin kirin. Li cihê meşê ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin: “Di van rojên dawî de dewleta Tirk ji bo rawestandina vê xwepêşandanê hemû tiştê kir. Ji ber ku naxwazin rûyê wan yê rast eşkere bibe. Medyaya Tirkiyeyê dinivîse ku hemû kesên beşdarî vê xwepêşandanê dibin terorîst in. Lê em şervanên leheng ji bîr nekin, bi taybet jinên Kurd ku li keleka enternasyonalîstan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Dema hatiye ku siyasetmedarên Swêdî hemû êrîşên li dijî Kurdan bibînin û piştgiriyê nedin armanca Tirkiyeyê ya krîmalîzekirina Kurdan. Nexwe ev yek wê ji bo demokrasiya Swêdê şerm be.”

Piştre li ser navê Partiya Çep axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Derxistina biryarên bi vî rengî tenê xizmeta berjewendiyên rejîma dîktator a Erdogan dike. Ev yek ji bo demokrasî û nasnemeya demokrasiyê ya Swêdê şermeke mezin e. Piraniya rayedarên Swêdî bi awayekî fermî serdana Kurdan dikirin, her tim digotin berxwedana Kurdan ji bo me şanaziye, lê îro çawa bû ji bo berjewendiyên xwe Kurdan dikin qurban û li ser daxwaza Tirkiyeyê di meclîsê de biryarên li dijî Kurdan derdixin. Em Kurd, li vir in, her bijî hevgirtina navneteweyî ya bi Kurdan re. “

Piştî axaftinan bi hezaran kes dest bi meşê kirin. Pankartê mezin ku li ser “Bi faşîstan re li hev kirinê re na” hatibû nivîsandin hate hilgirtin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî hevgirtina navneteweyî”, “Na jî qanûnên Erdogan re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Meşa ku bi hezaran alên PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibin hilanîn, heta ber parlementoya Swêdê (Qada Myntorget) berdewam kir û meş li vir veguherî mîtîngê.

Hunermendê Kurd Serhedo stranên xwe vegot û wiha axivî: “PKK ne tenê rêxistineke, îdeolojiyeke ku îro bi milyonan dildarên xwe hene. Li vê qadê binêrin, bi hezaran biyanî û Swêdî hene. Lewma em dibêjin, PKK gel e û gel li vir e. Nabe ku Swêd îro bi faşîstan re li hev bê. Ev zagonên ku di van demê dawî de derketine tenê ji bo dilxweşkirina dîktator û kujereke weke Erdogan û alîgirên wî ne.”

Piştre di axaftinên mîtîngê de wiha hate gotin: “Em weke Swêdî diqirîn û dibêjin, em firotin û qurbanî kirina Kurdan napejirînin. Eger hûn dibêjin em demokrat in, pêwîste radestkirin û krîmînalîze kirina Kurdan rawestînin.”

Her wiha hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serokeke giştî ye, ji ber vê PKK jî rêxistineke navneteweyî ye û azadiya Ocalan ji bo alîgirên demokrasî û wekheviyê pir girîng e.

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Na ji NATO’yê re!”, “Na ji yasaya terorê re!”, “Em azadiya derbirîn û birêxistinbûyînê biparêzın!” û “Pîştevanî, ne teror e!” bi dawî bû.