Ji Jûnoyê wêneyên nû yên Jupîterê

Ji maşîneya fezayê ya bêmirov Jûnoyê ku ji baregeha Cape Canaveral a NASA’yê ya li Florîdayê sala 2011’an hate avêtin û 5’ê Tîrmeha 2016’an ket rêgeha Jupîterê, wêneyên destpêkê hatin weşandin.

Daîreya Feza û Hewayê ya Amerîkan (NASA) da xuyakirin ku maşîneya fezayê Jûno, heta niha detayên ku nehatine tomarkirin qeyd kiriye. Di wêneyan de kut ê diyarkirin 27’ê Tebaxê nêzî 4 hezar û 200 kîlometreyan ji dûrî Jupîterê hatine kişandin, bi taybet ronahiyên li qutbê bi detay tên dîtin.

Agahî hat parvekirin ku wêneyên bi kameraya JûnoCamê hatine qeydkirin, bi taybet li qutbên Jupîterê yên bakur û başûr hatine tomarkirin. Tê ragihandin ku wêneyên nû xwedî detayên gelekî cuda ne.

Tê hedefkirin ku maşîneya fezayê Jûno, têkîldarî Sîstema Rojê, Sîstema Rojê û Fezayê bersivan bide, têkîldarî pêkhateya hundirîn a gerstêrkê agahiyan kom bike. Maşîneya fezayê her wiha wê hewl bide cihên amonyak û konsantrasyonên avê yên ji ber şertên meteorolojîk diguherin jî bibîne.

Mimkûn e ku wêneyên maşîneya fezayê li ser vê lînkê bê dîtin:

http://www.nasa.gov/image-feature/jpl/pia1031b/close-up-view-of-jupiters-north-pole