Festîvala Çanda Kurd: Ji bo şikandina tecrîdê têkoşînê bilind bikin

Ciwanên Kurd ên ku ji bajarê Dûîsbûrgê meşiyan ji bo ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd bibin, bang li her kesê kir ku tecrîda li ser Ocalan bişkînin.

Ciwanên Kurd ên ku ji bajarê Dûîsbûrg ji bo beşdarî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li bajarê Koln ê Elamanyayê dewma dike meşiyan, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin qada festîvalê.

Li ser navê Koordînasyona Ciwanên Azad ên Ewropayê ku meşa ciwanan organîze kirin di festîvalê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: 

“Ji dîroka 5’ê Nîsanê û vir ve tecrîdetkî topyekîn li ser Rêbertiya me heye û bi hewldana darbeya 15’ê Tîrhemê û şûn de dide nîşandan ku Komploya Navneteweyî dewam dike û ber bi xeteriyekî pir mezin ve diçe. Bi vê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me li her çar parçeyên Kurdistanê darikirin, qirkirin û teslîmyetê ferzdike. Li dijî vê tekan rê berxweda, şer kirin û tolhildan e. Rêber Apo yê ku bi sebir û vînekî mezin, bi biryardarî li dijî tecrîdê li ber xwe dide; baga rabin ser xwe û serkeftinê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang kir: “Li dijî her parçeya xaka me ya ku ji aliyê faşîzma AKP’ê ve hatî dagirkirn heta azadiyê bi dest bixin; heta ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neînin, wê pênavên me yên berxwedan û tolhldanê dewam bikin. Ji vê kêliyê û şûn de her rojê ji bo Azadkirina Rêber Apo, her kêliya ku bi Rêber Apo re jiyan kirinê ye.”

 

...