'Eger mafê jiyanê nînbe wateya ti mafan nîne'

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di "36. Nobeda Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re” binpêkirnên mafan ên li Nisêbîn û Geverê girt dest.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê  di "36. Nobeda Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re” binpêkirnên mafan ên li Nisêbîn û Geverê girt dest.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê  di "36. Nobeda Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re” binpêkirinên mafan ên li Nisêbîn û Geverê girt dest.

Di çalakiya ku li ber Sumerbanka kevn a Konak hat lidarxistin, pankarta, "Ne dema ti dikujî dema ti didî jiyîn dibî mirov” û pankarta wêneyên zarokên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin li ser hatin vekirin. Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Caner Canli ve hat dayîn.

Canli ku got: "Eger mafê jiyanê nînbe wateya ti mafan nîne” diyar kir ku di qedexeya kolanan a 14 rojan a li Nisêbînê 9 kes hatin qetilkirin.

Canli anî ziman ku qedexeya derketina kolanan bi serê xwe binpêkirina mafê jiyanê ye û got: “Em dixwazin qedexeya derketina kolanan a ev 3 roj in li Dêrikê di meriyetê de ye tavilê bê rakirin, di serî de ji bo qetilkirina sivîlan ji bo binpêkirina hemû mafan lêpirsîneke bi bandor bê meşandin, pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.”