Berlînale ya 67. bi fîlmê 'Django' dest pê kir

67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale), bi nîşandana fîlmê 'Django' yê derhênerê Fransayî Etîenne Comar, dest pê kir. Fîlm li ser jiyana hunermendê Belçîkî Django Reînhardt e, ku ji faşîzma Hîtler reviya bû.

67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, duh bi galayeke mezin dest pê kir. Piştî amadekariyên berfireh ên li Postdamer Platzê, heyeta bi serokatiya Paûl Verhoeven derket pêşberî çapemeniyê û bi vî rengî festîvalê dest pê kir.

Piştre fîlmê 'Django' yê derhênerê Fransayî Etîenne Comar hat nîşandan. Danê êvarê jî bi tevlîbûna kesayetên navdar ên cîhana sînemayê û siyasetmedarên Elman, seremoniya li ser xalîçeya sor pêk hat. 

Ji bo festîvalê, tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatin girtin. Di destpêka festîvalê de, ji bo qurbaniyên êrîşa terorî ya li pîrozbahiya Noelê ya li Berlînê, hatin bîranîn.

Di festîvala îsal de wê 399 fîlm werin nîşandan. Festîval wê di 19'ê Sibatê de bi merasîma xelatdayînê biqede.