Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî got, "15'ê Gulanê roja hişyarbûnê ye. Roja ku gelê Kurd israra xwe ya li dijî polîtîkayên qirkirinê nû kir."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin: “Ziman nasnameya bingehîn a civakan e. Ji bo her gelî jî ziman mafekî herî rewa ye. Li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Ewropayê, qedexekirina zimanê dayikê qirkirina çandî ye. Lê gelê Kurd ji mafê hînbûn û axaftina bi zimanê xwe bê par mabû. Zimanê kurdî bi polîtîkayên dewletên serdest ên Kurdistanê re rastî qirkirina çandî hat. Lê tevî van polîtîkayan jî gelê Kurd hebûn û zimanê xwe parastin.”

Peyama rêveberiya Xweser wiha berdewam kir:

“15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, roja hişyarbûna li dijî polîtîkayên qirkirina çandî ye. Roja ku gelê Kurd israra xwe ya di berxwedana li dijî van polîtîkayan de nû kir.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke siyasî, civakî û leşkerî ye, di heman demê de şoreşeke çandî ye, şoreşeke li dijî hemû polîtîkayên înkar û qirkirina çandî. Bi taybet gelê me yê Kurd ji Saziya Zimanê Kurdî heta avakirina Desteya Perwerde û Fêrkirinê gavên girîng di warê zimanê kurdî de avêtin. Îro li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zimanên kurdî, erebî û suryanî zimanên fermî ne. Her gelek bi zimanê xwe perwerde dibe.

Em vê boneyê li gelê Kurd û hemû xebatkarên zimanê kurdî pîroz dikin. Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur Rojhilat û Sûriyeyê diyar dikin ku xebatên me dê bidomin da ku zimanê kurdî ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê li tevahî Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.”