BI DÎMEN

Şehîd Ararat Herekol û Zîn Zagros hatin bibîranîn

Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li Garê şehîd bibûn, li Aachenê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

LI AACHENÊ BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Ararat Herekol (Sîbel Deniz) û Zîn Zagros (Gulê Hiso) ên di 1’ê Nîsanê de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li bajarê Aachen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aachenê hat lidarxistin de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cahîde Goyî û xizma malbatê Zîlan Serhed axaftin kirin.

Zîlan Serhed diyar kir ku herdu şehîd ji bo azadiya jinê tevlî nava refên gerîla bûne û got, “Ev jî nîşan dide ku bi exlaqa Kurdewarî, çanda welatparêziyê û bi hişmendiya tolhildana dijminan mezin bûne. Ji ber vê yekê dema ku behsa herdu hevalan dikin em serbilind in."

Sehed qala axaftina di navbera wî û bavê şehîd de wiha anî ziman: “Dema ku weke xizmekê ez bi bavê Ararat Herekol re axivîm wî got; ji şehadeta wê wêdetir, keça wî ji bo vê tevgerê kedeke mezin daye yan na û dema ku êrîşî dijmin kiriye ji şehadeta xwe wê tola xwe hildaye yan na, ev girîng e. Her çendî bi êş be jî, got ku rêya ku têde têkoşiyaye bi rûmet e û divê em nweke welatparêzan şopdarê wan bin.”

Cahîde Goyî ku bi boneya salvegera Terteleya Dersimê ya 38'an kesên hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku şehîd Zîn Zagros ji axa şoreşê Kobanê tevlî şoreşê bû û Ararat Herekol jî şopdara Bêrîvan, Zîlan, Şiyar, Sema û bi hezaran şehîdên Geliyê Zîlan bû û got, "Ji ber vê yekê PKK partiya şehîdan û lehengan e."

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.