Dema ku Hewlêr bi tankên Baasê hate dagirkirin kêfa Rojnameya Xebat hatibû

PDK ku di rêveçûna dîrokî de ji aliyê rol û pozîsyona xwe ve ti guhertin nekir, ji xwe re kiriye armanca bingehîn ku bi rêya saziyên xwe yên medyayê êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bike.

JI ROJNAMEYA XEBAT RE

Demek dirêj beriya ku Başûrê Kurdistanê bê pêşkêşkirin, Mele Mistefa Barzanî tevî ku Serokê Fermandariya Giştî ya Komara Kurd a Mahabadê bû, tevî ku fîşekek bi tenê jî li hemberî Îranê neteqand li pey xwe nenihêrî û reviya. Dema ku pêşengê komarê Qazî Mûhammed û hevalên wî li sêdarê çok li ber dijmin netewandin, Barzanî û 500 pêşmergeyên pê re hewl didan birevin Rûsya Sowyetê ya wê demê. Barzanî bi sedan pêşmerge bi xwe re bir, xwe gihand ber deriyê Moskowayê. Ji sala 1947'an heta bi sala 1958'an li vê derê ma û tehma 'atmosfera sar' a siyasetê jî kir.

DEMA LI RÛSYAYÊ BÛ

Di bîranînên Şefê Îstîxbaratê yê Sowyetê Pavel Sûdoplatov de ji bo Barzanî wiha dihate gotin, "Di navbera hêzên Rojava û Rojhilat de weke maşikekê tê bikaranîn." Ji vê jî wêdetir, dema ku Barzanî ji bo karên îstîxbarat û leşkerî yên Rûs dixebitî, Îbrahîm Ehmed û yên pê re ji ber ku Barzaniyan ew hiştin û reviyan, ji bo gelê xwe li çiyayên Başûrê Kurdistanê têdikoşiyan. Ehmed ji bo Sekreteriya Giştî ya PDK'ê hate hilbijartin û ev wezîfe 11 salan dewam kir.

DI NAVA PDK'Ê DE TASFIYE Û SALÊN DIYARKER ÊN XIYANETÊ

Dema ku Barzanî li Rûsyayê bûn, yek ji karên ku Ehmed û yên pê re dikir Rojnameya Xebat bû. Rojnameyê hejmara xwe ya destpêkê di vê demê de weşand û heta dema piştî desteserkirina rêveberiya Iraqê ji aliyê Abdulkerîm Qasim ve bi darbeyekê, weşana xwe bi vî rengî dewam kir. Piştî polîtîkayên nerm ên Qasim, Barzaniyan Sowyet terikandin û di ser Qahîreyê re vegeriyan Iraqê. Piştî ku Barzanî û yên pê re vegeriyan Iraqê, karê xwe yê destpêkê tasfiyekirina Ehmed û yên pê re bû. Piştî ku Ehmed hate tasfiyekirin Barzanî bû serkêşê PDK'ê, wê demê dest danî ser Rojnameya Xebatê û kir ku rojname bikeve rewşa heyî.

Ji xwe Rojnameya Xebat piştre dest bi weşaneke welê kir ku xiyaneta Barzaniyan a li Qazî Mûhammed û reva ber bi Rûsyayê weke destaneke lehengiyê nîşan bide.

BERIYA AŞBETALÊ

Dema ku ev bû hîn 29 sal ji 'Aşbetal/Tasfiyeyê' re hebû. Hîn hin herêmên Kurdistanê ji dagirkeriyê re nehatibûn pêşkêşkirin û têkoşîna azadiyê ya gelê Başûr derbên herî giran nexwaribû.

PÊVAJOYA BER BI DAGIRKIRINA HEWLÊRÊ VE

Rojnameya Xebat piştre rola PDK û Barzaniyan weke serketinekê weşand, her wiha cih da vexwendina Saddam Huseyîn a ji bo Hewlêrê ku kujerê 182 hezar Kurdan ên bi çekên kîmyewî ji aliyê PDK'ê ve hate vexwendin. Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî 22'ê Tebaxa 1996'an nameyek ji Saddam Huseyîn re şand û li dijî YNK'ê ew vexwend Hewlêrê ku dagir bike. Piştre jî Saddam Huseyîn di 31'ê Tebaxa 1996'an de li ser vexwendina PDK'ê bi tank, top, çekên giran û 30 hezar leşkerî kete nava Hewlêrê.

NAMEYA JI BO SADDAM

Nameya ku ji Saddam Huseyîn re hate şandin, ku yek ji qirkirinên herî mezin ên sedsala 20'an anî serê Kurdan, bi daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Tarik Azîz ên 31'ê Tebaxa 1996'an di Ajansa Nûçeyan a Iraqê de hate weşandin, dihate piştrastkirin. Barzanî ku vexwendînameya kuştina Kurdan şand, di nameya xwe de wiha digot: "Birêz Serokê min, hûn bi serketin û aqlê xwe divê çareyekê ji destwerdana Îranê ya li Iraqê re peyda bikin (...) Em ji we rica dikin ku fermanê bidin artêşa Iraqê, dawî li hêzên biyanî yên metirsîdar û xiyaneta hevkar Celal Talabanî bînin û artêşa Iraqê bixin Erbîlê."

Piştî ku artêşa Baasê kete Hewlêrê di şer de 450 pêşmergeyên YNK'ê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn. Heman Rojnameya Xebatê ev dagirkeriya Baasê ya li bajarên Kurdan bi kêfxweşî pêşwazî dikir.

Rojname ji wê rojê û vir ve ji vê rêyê qet şaş nebû. Ji xwe 'aqlê fermî' yê rojnameyê jî bi heman rengî rêya xwe dewam kirin.

XAKA BAŞÛR PARSEL BI PARSEL JI DEST DIÇE, LÊ XEBAT BÊDENG E

PDK ku di rêveçûna dîrokî de ji aliyê rol û pozîsyona xwe ve ti guhertin nekir, ji xwe re kiriye armanca bingehîn ku bi rêya saziyên xwe yên medyayê êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bike. PDK ku di vê demê de ji bo desthilatdarî ji dest neçe beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Enqereyê dike, beşekê pêşkêşî Tehranê dike, beşekê pêşkêşî Tel Avîvê dike, beşekê jî pêşkêşî Bexdayê dike, bi van polîtîkayên xwe di rojeva gelê Başûr de ye. Di encama referandûma ku sala 2017'an xwest pêk bîne, nîvê xaka Başûrê Kurdistanê da destê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî. PDK nîvê mayî jî hindik maye di oxira hilbijartina ku naxwaze pêk bîne, pêşkêş bike.

Tabloya heyî şênber û li pêş çavan e. Êrîşa li ser gelê Kurd û PKK'ê weke rêya rizgariya xwe û 'çareseriyê' dibîne. Di dîroka Kurdistanê de PDK her tim weke temsîla xeta xiyanetê teşhîr bûye û ev yek lê bûye zexteke giran. Ji bo karibe xwe ji binê vê zextê û bandora neyînî ya siyaseta 'xwespartina li dijmin' rizgar bike, heta jê tê dikeve nava hewldanan û dixwaze atmosfereke xapandinê biafirîne.

BANGA 'LÊ BIDE'

Li gel krîza siyasî û aborî PDK û Hewlêr di nava lêgerînên cuda de ne. Di Rojnameya Xebat de jî bi rêya nûçeyekê hin saziyên welatparêz ên li Silêmaniyeyê weke hedef hatin nîşandan û banga 'were û lê bide' li artêşa Tirk hate kirin. Xelkê Soran li hemberî van kiryar û êrîşkariyê gelekî aciz û bi hêrs e. Her wiha dipirse ku xaka Kurd û Kurdistanê di berdêla çi de dike hedef.

RUHÊ KU ÎSA BI 30 DÎNARÎ DA!

Li kolanan ku li gel xiyaneta PDK'ê her wiha xiyanetên dîrokî jî têne bibîrxistin, balê dikişîne ser xiyaneta Hawarî Yehûda ku beriya du hezar salî di berdêla 30 dînarên zîv de Hz. Îsa îxbar kiribû. Êrîşên li ser kesayetên demokrat, şoreşger û welatparêzên Kurd ên li Silêmaniyeyê ji rêbaz û şêweyên xiyaneta dîrokî gelekî cuda nîne.

'HIŞÊ XIYANETÊ' YÊ LI KURDISTANÊ

Bi rojeva navborî re PDK rola xwe ya dîrokî careke din bi berfirehî dinirxîne, di çarçoveya van nîqaşan de Rojnameya Xebat saziyên Kurdan dike hedef. Di bûyerên ku li jorê hatin bibîrxistin de Rojnameya Xebat bi rola pêşengiyê rabû. Ev rol jî bi rengê 'hişê xiyanetê' yê li Kurdistanê yê ji navenda Hewlêrê tevlî dîrokê bû.